Cenazeyê Yildirim ê li Licê hatî qetilkirin, hate veşartin

Cenazeyê Mehmet Yildirim ê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve li Licê hate qetilkirin, bi girseyî hate veşartin.

CENAZEYÊ YILDIRIM HATE VEŞARTIN

Bavê 4 zarokan Mehmet Yildirim (45) di 24’ê Gulanê de li gundê Nenyas ê girêdayî navçeya Licê ya Amedê, ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Xizmên Yildirim, duh bi şev cenazeyê wî ji Saziya Tiba Edlî wergirtin. Cenazeyê Yildirim li gundê Nenyas piştî wecîbeyên olî, hate veşartin. Di merasîma veşartina cenaze de, dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren, endamên MEBYA-DER’ê, xizmên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de û gelek endamên partiyan beşdarî merasîma veşartina cenaze bûn.