CDU li dijî Erdogan axivî

Seroka partiya desthilatê ya Elmanayê ya CDU'yê Annegret Kramp-Karrenbauer biryara betalkirina hilbijartina Stenbolê rexne kir û peyam da ku di hilbijartina 23'yê Hezîranê de destekê bidin muxalefetê.

Partiya Serokwezîra Elmanyayê Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CUD) ji partiyên muxalîf ên welêt rol dizî û dest bi dijberiya AKP'ê ya bi Seroktiya Tayyîp  Erdogan kir. Seroka Giştî ya CDU'yê Annegret Kramp-Karrenbauer hevkariya Hikûmeta Elman a Federal a leşkerî, siyasî, aborî ya bi rejîma Erdogan re ji bîr kir û cara pêşî li dijî AKP'ê axivî.

Seroka CDU'yê li Duîsbûrgê di mîtîngê de ya ji bo Parlamentoya Ewropayê axivî û got, ''Tevlêbûna li hilbijartina PE'yê her wiha tê maneya desteka li muxalefeta Tirkiyê ye. Welatiyên Stenbolê bi hilbijartina şaredarê xwe wê hewl bidin ku ji siyaseta Erdogan re bibêjin, na.''

'PIŞTÎ KU ERDOGAN TÊK ÇÛ HILBIJARTIN BETAL KIR'

Lîdera CDU'yê têkilî di navbeyna hilbijartinên PE'yê yê ku wê 26'ê Gulanê bibin û ya hilbijartina Stenbolê ku 23'yê Hezîranê wê bibin, danî û got, ''26'ê Gulanê tevlêbûn zêde be, ev ê were maneya desteka li muxalefeta Tirkiyê ku zextê û zordarî li ser wan heye û her wiha azadiya wan hatiye sînordarkirin.'' Kramp Karrenbauer bi van gotinan bi vê peyamê rasterast diyar kir ku di hilbijartina Stenbolê de ew ê dstekê bidin partiyên muxalefetê.

Bi berdewamî got, ''Ji bo ku encamên hilbijartina Stenbolê ne bi dilê Erdogan bûn demokrasî tine hate hesibandin û biryar li ser betalkirina hilbijartinê hate dayin.''