CDK-F: Faşîstan li Lyonê êrîş birin ser Kurdan, 4 kes birîndar bûn

CDK-F daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Lyonê faşîstên bi navê ‘Bozkûrt’ êrîş birine ser Kurdan û 4 kes bi giranî birîndar kirine.

Konseya Kurdan a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li bajarê Lyonê komeke faşîstan êrîş birine ser Komeleya Çandê ya Kurdan û 4 kes bi giranî birîndar kirine.
CDK-F’yê got ku “20 faşîstên girêdayî Erdoganê faşîst di 3’ê Nîsanê de êrîş birine ser Komeleya Çandê ya Kurdan. Faşîstên di vê komê de rûyê xwe nixumandine û bi darên beyzbolê êrîş birine ser komeleya me. Li komeleya me 4 kes bi giranî birîndar bûne.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava 2 hefteyan de ev êrîşa duyemîn e û hate gotin “Ev êrîşên faşîstan ên li Fransayê ne dûrî MÎT’ê ne û tê xwestin ku li Fransayê kaosek were çêkirin.”

CDK-F’yê bang li Wezareta Karê Navxweyî ya Fransayê û saziyên eleqedar kir ku bila Fransa ewlekariya endam û komeleyên wan pêk bîne.