KCDK-E: Li dijî êrîşên li ser sîstema hevserokatiyê biherikin qadan

KCDK-E, ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê ya ku wê di pêşengiya TJK-E’yê de li her derê Ewropayê pêk were, li dijî rejîma dagirker a ku îrada jinan dike hedef, banga tevlîbûneke aktîf ji bo çalakiyan kir.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi daxuyaniyeke nivîskî desteserkirina şaredariya Dersim û Pulurê şermezar kir.

KCDK-E, destnîşan kir ku bi desteserkirina îradeyê re rasterast sîstema hevserokatî hedef tê girtin û ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navneteweyî, banga tevlîbûnek aktîf ji bo çalakiyan kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Tifaqa faşîst a yekperest, helwesta xwe ya dijminane ya li hemberî gelê Kurd careke din bi desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê û desteserkirina îrada gel re, nîşan daye.

25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê ya Navnetewî nêz dibe. Di van rojan de pergala ku nûnertiya jinê xurt dike, modela hevserokatiyê ku desthilatdariyê dihejîne, hedef girtin balkêş e. Eşkere ye ku sîstema hevserokatiyê û îrada jinê hedef tê girtin.

Hemû nirx, çand û mafê jiyanê yê gelê Kurd bi awayekî vekirî rastî êrîşên qirkirinê tên. Wekî din, êrîşeke li dijî gelê Dersimê ye ku komkujiyên herî bi êş jiya ye û xwedî dîrokeke bi rûmet e.

Hewl tê dayîn gelê Dersimê teslîm bê girtin. Gelê Kurd ê ku ti carî di ti qonaxên dîroka xwe de stûyê xwe xwar nekiriye, tê xwestin ku serî bê tewandin. Ev hewldanên pûç in. Dijminên Kurdan baş dizanin ku gelê Dersimê her tim li dijî her cure zilm û zordariyê bi biryardarî li ser piyan maye.

Desthilatdariya yekperest, bi rojevên aştî û aramiyê yên nerast xwest bi mîlyonan mirov bixapîne. Lê bi polîtîkayên xwe yên qeyûmê re rûyê xwe yê dagirker bi awayekî vekirî nîşan da. Hûn ê hem mafên demokratîk û azadiyê desteser bikin û hem jî hûn ê behsa aştiya navxweyî û demokrasiyê bikin. Gelê Kurd piştî ewqas zilm û zordarî dîtin, wê bi van derewan bawer nekin. Bi qeyûm û dagirkeriyê re hewldana bêdengkirina gelê Kurd, hewldaneke vala ye.

Weke KCDK-E, em ji bo çalakiyên 25’ê Mijdarê ya ku wê di pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) de li her derê Ewropayê pêk were, li dijî rejîma dagirker a ku îrada jinan dike hedef, banga tevlîbûneke aktîf ji bo çalakiyan dikin.”