Brûnner ê ku sûcdarekî Nazîyan e têkiliya wî ya bi BND’ê re derket holê

Li gorî belgeyên saziya darizandinê ya Elmanyayê sûcdarê Naziyê Aloîs Brûnner ê ku berpirsê kuştina bi hezaran Cihûyan bû, têkiliya wî bi servîsa îstîxbarata derve ya Elmanyayê BND’ê heye.

Aloîs Brûnner yek ji wan kesan bû ku polîtîkaya Naziyan a li ser Cihûyan diyar kiribû û alîkarê Adolf Eîchmann bû yê ku ji aliyê sîxurên Îsraîlê li Erjantînê hatibû girtin. Brûnner fermana kuştina 90 hezar cihûyên li Yewnanistan û Evûstûryayê dabû.

Brûnner di Şerê Cîhanê yê 2’emîn de berpirsê Kampa Drancy a li Fransayê bû û wî bi xwe sewqa 24 hezar Cihûyên li Fransayê bi rê ve biribû. Brûnner bi giştî bûbû sedem ku 128 hezar Cihû werin qetilkirin. Lê piştî ku şer bi dawî bû Brûnner nehate darizandin û li Elmanyayê jiyana xwe domand.

Brûnner heta sala 1954’an bi navê Aloîs Scmaldîenst li bajarê Essenê yê Elmanyayê maye û piştî ku nasnameya wî deşîfre bû ji ser Misirê reviya Sûriyeyê. Li Sûriyeyê jî bi navê Dr. Georg Fîscher jiya û raza vî sûcdarê Nazî hê jî nehatiye zelalkirin.

Brûnner di sala 2001’an de li Şamê mir û demekê yekîneyên polîsên rejîma Baasê jî perwerde kiribû. Di salên 1960 û 1980’an de MOSSAD’ê bi pakêtên bombeyî sûîkast lê kir û her du caran jî tiştek pê nehat.

Bi hewldana rojnameya ‘Bîld am Sonttagê’ belgeyên veşartî hatin weşandin. Dadgehê qedexeya li ser belgeyên beriya sala 1984’an rakir. Li gorî belgeyan generalê berê yê bi naê Ernst-Otto Remer raporek amade kiriye ku Brûnner ji Servîsa Îstîxbarata Derve ye Elmanyayê ya bi navê BDN’ê re xebitiye û bi alîkariya îstîxbaratê reviyaye Sûriyeyê. Belge baş diyar nakin ku têkiliya BND’ê û Brûnner çawa ye, ji ber ku li ser gelek belgeyan hê qedexe heye. Li gorî hin dîroknasan Brûnner dema ku li Sûriyeyê bû bi salan ji BND’ê re xebitiye.