Brîghton, Manchester û London ji bo Rojava li qadan bû

Li bajrên London, Mancehester û Brîghton ên Brîtanyayê dagirkerî û qetilkirina sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi çalakiyên cuda protesto kirin.

LONDON

Li ser banga Tevgera Ciwanên Welatparêz Şoreşger û Londonê komeke qelebalix a li pêşiya stasyona Kîngs Cross hatin ba hev dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de Berdevka Tevgera ciwanan Elîf Gun axivî û bal kişand ser êrîşên dagirker ên Tirk û qetilkirina sivîlan. Gun got: “Dewleta Tirk ji bo Kurdan qir bike êrîşî Rojava dike. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Li Rojava li dijî vê faşîzmê Berxwedana Rûmetê tê kirin. Em deng bidin vê berxwedana rûemtê.”

Di çalakiyê de dem bi dem alozî di navbera polîs û komê de derket. Li Qada Kîngs Cross bi sedan belavok hatin belavkirin.

BRÎGHTON

Li Brîghtonê li ser banga KCDK-E’yê bi sedan kesî li Qada Chûrdîll Sqûareyê dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin. Di çalakiyê de omên antî-faşîst û anarşîst jî piştgirî dan çalakiyê. Li vir li ser navê Meclîsa Gel a Kurd Yaser Kobanê daxuyanî da got: “Rawestana li dijî dagirkeriyê tê wateya parastina mirovahiyê.”

MANCHESTER

Li Manchesterê jî li ser Banga KCDK-E’yê bi sedan Kurdistanî û dostên wan li Qada Saînt Petter a Mancehsterê hati nba hev û bi meşekê dagirkariya Tirk a li Rojava protestokirin. Endamên Lîga Komûnîst a Şoreşger, Koma Piştevaniya a bi Filistîniyan re û Mîlîtant Laboûrf Formû piştgirî dan çalakiyê. Di axaftinên hatin kirin de hate gotin ku dewleta Tirk bi çeteyên ku xwedî hişmendiya hov a DAÎŞ’ê ne re êrîş dikin. Ti rewabûna vê dagirkeriyê nîne.”