BI DÎMEN

Bîşeng Brûsk û Sara Hogir li Torînoyê hatin bîranîn

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Torînoyê hatin bîranîn.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bîlen) û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir (Gulsun Sîlgîr) 28’ê Tîrmeha 2023’yan di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûn. Li bajarê Torîno yê Îtalyayê gelê Kurd û dostên wê yên Îtalî şehîd Sara Hogir û Bîşeng Brûsk bi bîr anîn.

Di merasîma bîranînê de wiha hate gotin: “Tola lehengên ku di şerê li Kurdistaê de şehîd bûne, her roj tê hildan. Operasyonên Şoreşgerî yên Zapê mînaka vê yekê ne. Ciwan wê hîn bi xurtir xwe rêxistin bikin û ev yek wê bibe soza tolhildana hevrê şehîd Bîşeng û Sara.”

Di bîranînê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana gerîla”, “Şehid namirin” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.