BI DÎMEN

Bîşeng Brûsk û Sara Hogir li Cenevreyê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Bîşeng Brûsk û Sara Hogir ên di 28’ê Tirmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li Cenevreyê hatin bibîranîn.

Gerîlayên HPG’ê Bîşeng Brûsk (Rojda Bilen) û Sara Hogir Gulsun Sîlgir) ên di 28’ê Tirmeha 2023’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibûn, li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatin bibîranîn. Bîranîn ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê (CDK-Ge) hat lidarxistin. Xizmên gerîla Bişeng Brûsk û bi dehan Kurdistanî beşdarî bîranînê bûn.

Di şexsê şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir de ji bo tevahiya Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre li ser têkoşîna şehîdan axaftin hatin kirin.

Di bîranînê de li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Riza Çetinya axivî, ji malbatan re sersaxî xwest û got: “Em di her dema tevgera xwe de bûne şahid ku piştî her şehadetê pêvajoyek nû derdikeve holê. Em îro careke din soza dilsoziya bi bîranîna şehîdên xwe didin. Bi parastina bîranînên wan em ê tolê ji dijmin hilînin.”

Birayê Bîşeng Brûsk, Hatîp Bîlen jî axivî û got: “Şehîda me şehîda tevahiya Kurdistaniyê ye. Di serî de serê Serok Apo û hemû gelê me sax be.”

Li ser navê Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) Vejîn Dilar jî axivî û got: “Weke hevrêyên şehîdan erka me ya herî girîng e ku em li ser rêya heqîqetê ya ku wan meşandiye bimeşin û têkoşîna xwe ji gelê xwe re vebêjin. Gelê Kurd 50 sal in bi bawerî û dilsoziya xwe ya bi rastiya şehîdan re heye. Em soz didin ku li ser xeta heqîqetê ya ku şehîdên me meşiyane, em ê têkoşîna wan ji cihê ku lê hiştiye bidomînin.”

Piştî axaftinan li ser têkoşîna şehîdan sînevziyon hat pêşandan.

Di bîranînê de banga tevlêbûna ji bo bîranîn Bişeng Brûsk û Sara Hogir ya ku 10’ê Adarê roja Şemiyê saet di 12:00’an de li salona dawetê ya Oscar Palace ya Gerlafingenê bê lidarxistin, hat kirin.

Bîranîn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.