Bijîşk Nasir Soranî: Divê her kes rabe ser pêyan

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hatibû destpêkirin. Ji gelek bajarên Ewropayê Kurd û dostên wan hatin serdana çalakgeran.

Li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 14 çalakger 112 roj in di greva birçîbûnêya bêdawî û bêdorveger de ne. Dr. Nasir Soranî hate serdana çalakgeran.

Soranî rewşa çalakgeran kontrol kir. Nasir Soranî yê ku li Swîsreyê dijî, diyar kir ku bedena çalakgeran heliyaye. Soranî bal kişand ser vî tiştî ku çalakger li hemberî bêhn, ronahî û deng gelekî hesas bûne.

‘TECRÎD LI SER HER KESÎ TÊ KIRIN’

Dr. Soranî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser hemû kesan tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku ji bo tiştên neyînî pêk neyên divê gelê Kurd û dostên wan rabin ser pêyan.

Soranî bang li CPT û Konseya Ewropayê kir ku bila zextan li dewleta Tirk bikin.