Bi sedan kesî li dijî dagirkeriya Tirk li Frankfûrtê meşiyan

Bi çalakiyekê ya li bajarê Frankfûrt a Elmanyayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistan û Federasyona Bakurê Sûriyeyê hate protestokirin.

Bi pêşengtiya Federasyona Civaka Demokratîk/Kawa li bajarê Frankfûrtê çalakiyek bi tevlîbûna welatiyên ji Gîessen, Manînz, Sîegen, Offenbach û Hanaûyê hatibûn tevlî bûn.

Meş bi tevlîbûna sedan kesî saet 15:30’î ji pêşiya gara trenê ya navenda bajar destpê kir.

Meş bi pankarta ‘Dewleta Tirk ji Rojva û Başûrê Kurdistanê derkevin’ ber bi Romerplatzê ve dom kir. Di meşê de dirûşmên ‘Kujer TC’ ji Kurdistanê bi cehenime’, ‘Li Kurdistanê qetlîam heye’ û 2 Bijî Berxwedana Rojava û Başûr’ hatin qîrkirin.

Girseya gel dema gihiştina Qada Romerê li vir mîtîngek kirin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpê kir.

Di mîtîngê de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hate şermezarkirin û daxwaz hate kirin ku bi lezgîn dawî li dagirkeriyê bê anîn.