Bi hezaran kesî li Marsîlyayê tecrîd protesto kirin
Bi hezaran kesî li bajarê Marsîlyaya Fransayê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li qadan bûn.
Bi hezaran kesî li bajarê Marsîlyaya Fransayê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî li qadan bûn.
Li bajarê Marsîlyaya Fransayê bi meş û mitîngek ku bi hezaran kes tevlî bûyî, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û daxwaza azadiya wî kirin. Di çalakiyê de zextên li ser Kurdan ên li Fransayê jî hatin protestokirin.
Gelê ku li Meydana Canabiereyê hatin gel hev, saet di 14:00’an bi pankartên bi nivîsên “Tendirûstiya Rêber Ocalan tendirustiya me ye”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu”, wêneyên Ocalan, alên PKK, YPG, YPJ û flamayên TCŞ, TJK-E’yê ber bi Walîtiya Marsîlyayê dest bi meşê kirin.
Di meşa ku li ser hev dirûşmeyên “Terorîst Erdogan, hevkar Macron”, “Em hemû PKK ne” û “Ji bo girtiyan azadî” berzkirin de, bi belavokên hatin xwendin bal kişandin li ser êrîşên qirkirinê yên li dijî Kurdan ên îtifaqa faşîst a AKP-MHP’ê û doza girtinê ya li dijî HDP’ê hatî vekirin.
Li ber Walîtiya Marsîlyayê jî mitîngek hate lidarxistin.
Di mitînga bi deqeyek rêzgirtinê destpêkirî de, bang kirin ku Serokkomarê Fransayê Macron bi hevkarê xwe yê terorîst Erdogan re bila êrîşên xwe yên li dijî Kurdan rawestîne û anîn ziman ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê rakirin.
Axaftvanên Fransî jî bal kişandin ku Kurdan ji bo ku cîhan rehet bibe li dijî DAÎŞ’ê bi hezaran şehîd dane û peyama “Em deyndarê Kurdan e” dan.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.