Bi hezaran kesî li Goteborg û Vaxjoyê dagirkerî protestokirin

Bi hezaran kesên li bajarê Goteborg û Vaxjo yên Swêdê daketin qadan êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin.

GOTEBORG

Kurdistanî, rêxistin û partiyên Swêdî yên li ser banga platformê daketin qadan li Qada Gotaplatsenê dagirkeriya Tirk protestokirin.

Di daxuyaniyên li vir li ser navê saziyên amade hate dayîn dagirkeriya Tirk  şermezar kirin û ji bo rawestana şer daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kir ku bikevin tevgerê. Her wiha li Qada Gustaf Adolfê jî meşek hate kirin.Dîsa televîzyona dewletê ya Swêdê  û rojanameya Goteborg Posten jî cihek berfireh ji bo çalakiyê veqetand.

VAXJO

Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên Swêdî yên li qada bajarê Vaxjoyê hatin ba hev êrîşên li ser Rojava protestokirin. Di çalakiyê de daxwaz ji Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku gûşaran li ser Tirkiyeyê bikin.