Bi hezaran kes li Romayê li dijî komployê meşiyan

Li paytexta Îtalya Romayê bi hezaran kes li dijî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li dijî Komploya 15’ê Sibatê li Romayê meşek hate kirin. Meş bi tevlîbûna Kurdan û dostên wan ji qada Reppûblîca hate Qada Venezîayê dom kir.

Di dema meşê de yek ji parêzerên Ocalan Lûîcî Saracentî axivî û got: “Ji roja ku doza Kurd dişopînim û heta niha aliyek min Îtalî û aliyê din Kurd hîs dikim. Dama Ocalan hate vir ez çûm min ew nas kir, dema serlêdana mayîna vir min şopand. Komployê şermezar dikim.”

Belavokên organîzasyonên mîna UÎKÎ, Ararat Ret Kurdistan Îtalîa hatin xwendin, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Ocalan hate dayîn.

Kolektîfa Xwendekaran Fîrenze jî got: “Gelê Kurd û gelê Rojava ne tenê ji bo siberoja me û j ibo hemû nirxên sosyalîzmê ne tenê li dijî Erdogan li dijî hemû sîstema emperyalîst têdikoşin.”

Organîzasyona Red Kurdistan-Pûglîa jî diyar kir ku her demê sosyalîst û komunîstên Pûglîayê li gel gelê Kurd in.

Meş bi mîtîngekê bi dawî bû.