Bi dehan partî û saziyên Kurd: Divê hikumeta Başûr helwesteke zelal nîşan bide

Nêzî 50 sazî û partiyên Kurd nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta dagirker a li ser Garê dan û banga nîşandayîna “helwesta zelal” li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir.

Daxuyanî ji aliyê sazî û partiyên Kurdan ên li Ewropayê hat dayîn. Nêzî 50 rêxistinan ku di nav de YNK, PYD, KODAR, GORAN û KCDK jî cih girtibûn tekez kirin “Ya bermahiyên Îttîhat û Terakkî ji Kurdistanê bigire û biavêje, têkoşîna me ye.”

‘ARMANC TENÊ NE PKK YE’

Daxuyanî wiha ye:

“Êrîşa dewleta Tirk a faşîst, mêtinger û dagirker ya li ser qada Garê, hewldaneke ya ji bo Kurdistanê reş bike û ji nûve dagir bike ye. Di armanca vê êrîşê de tinekirina hemû destketên gelê Kurd heye. Dewleta Tirk bi vê êrîşê re ya di dîrokê de nekarî bike, hewl dide ku îro wê pêk bîne. Tevahî hewldanên wî di vê çarçoveyê de ye. Li vê derê armanc tenê ne PKK ye. Armanca esas ev e ku di serî de destketên li Başûrê Kurdistanê hemû Kurdan ji qetliamê re derbas bike.

Em li her çar parçeyên Kurdistanê rê nedin artêşa Tirk a faşîst û dagirker. Li dijî dagirkeriyê em têkoşîna hevbeş bilind bikin. Divê em mil bidin milê hevdu û xwedî li destkeftiyên gelê xwe yên li her çar parçeyên Kurdistanê derkevin.

HELWESTA PDK’Ê ME JI KÛR VE NE RIHET KIR

Di aliyê din de daxuyaniya HPG’ê ya dibêje ‘Dewleta Tirk ne ji Tirkiyê, ji Başûrê Kurdistanê êrîş kir’ rewşeke ku divê were zelalkirin.

Rayedarên PDK’ê ku bersiveke têrker nîşanî ev îdeayên HPG’ê neda, bi daxuyaniyên dayî PKK’ê tawanbar kiriye. Weke ku êrîşên dewleta Tirk rewa bibîne, bi hebûna PKK’ê ve girêdaye. Ev jî rastbûna îdeayên HPG’ê nîşanî me dide. Helwesta PDK’ê me ji kûr ve ne rihet kir. Li gorî me divê PDK demildest dest ji vê helwesta xwe berde. Li hemberî dewleta Tirk helwestek zelal nîşan bide.

‘LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ DIVÊ YEKÎTIYA NETEWÎ BÊ ÇÊKIRIN’

Di serî de PDK, hemû partiyên Kurdan divê demildest li dijî vê dagirkerî û êrîşan bi çêkirina yekîtiya netewî li hemberî wê rabe. Berjewendiyên me ji vê yekê re derbas dibe.

Îro êdî eger em di hin xalên wekhev de hevbeş nebin, emê wê kengî hevbeş bibin; îro dema wê ye. Gavên wê yên destpêkê îro hewl tê dayîn ku li Rojavayê Kurdistanê bê avêtin. Ji bo pêşî li yekîtiya netewî ya li Rojava bigre rêveberên Tirkiyê hema bi lez û bez di qada dîplomasiyê de ketin nava liv û tevgerê. Berpirsê MÎT’ê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastina Netewî Hûlûsî Akar yên dewleta Tirk hefteyek beriya niha serdana Iraq û Başûrê Kurdistanê kiribûn. Her çiqasî di serdana ku kirinî de bi temamî nayê zanîn ku di pişt deriyê girtî de ji bo vê êrîşa gengaz çi nîqaş kirine jî, lê ji bo vê êrîşê lêgerîna piştgiriyê hebû. Li wê derê jî bêyî ku bêhna xwe bidin heman şande hat Elmanya û hevdîtin pêkanî. Ev îşaretekî xêrê nîne.

DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR HELWESTEK ZELAL NÎŞAN BIDE

Tam jî di vê pêvajoyê de divê gelê me yê Başûr, Rojava û Rojhilat li dijî dagirkeriyê di refên yekîtiya netewî de xeta berxwedanê berfireh bike û polîtîkayên teslîmiyetê vala derxînin. Banga me ji bo hikumeta Başûr ev e ku li dijî vê dagirkeriyê helwest nîşan bide û li rex gel cih bigre.

Divê piştewaniya yên li dijî dagirkeriyê bi çalakî û merasîmên protestoyî li kolanan dengê xwe bilind dikin bê kirin. Divê ciwan, rojnamevan û jinên ku di wan çalakî û merasîman de hatine girtin werin serbest berdan. Divê demildest rê bê dayî ku yên hatinî girtin bi xizmên xwe re hevdîtinê pêk bînin.

‘WÊ BERMAHIYÊN ÎTTÎHAT Û TERAKKÎ WERIN GIRTIN Û AVÊTIN’

Ya bikare bermahiyên Îttîhat û Terakkî ku her roj li Kurdistanê li hemberî mirovatiyê sûcan dike ji Kurdistanê bigre û biavêje, têkoşîna me ye. Em wê ji bîr nekin. Îro êdî roja ku em bi hev re li hemberî dagirkeriyê helwesteke hevpar nîşan bidîn û li ber xwe bidin.

Li vê derê careke din wek aliyekê Kurd bang li hemû sazî û partiyên Kurdan dikin:

Divê dewleta Tirk a mêtinger, komkuj û dagirker ji ber sûcên ku li hemberî mirovatiyê kiriye bê darizandin.

Ji bo ku Netewên Yekbûyî di vê mijarê de hişyar be, pêwîst e demildest hewldanên xwe dest pê bike. Divê ji binpêkirinên huqûqa navneteweyî yê dewleta Tirk a faşîst wêdetir, pêkanînên hîn girantir li ser wî bên ferzkirin.”

Sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê:

YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)

Tevgera GORAN

KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewropa)

TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewropa)

Partiya ŞÛÎ Kurdistan - Başûr

Partiya Zehmetkêşan - Başûr

PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan)

Tevgera Azadî

PYD (Partiya Yekîtiya Demokratîk)

P.D.K.S (Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê)

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûriye

PÇDKS (Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê)

Partiya Demokrat a Kurd li Sûriye (El Partî)

Partiya Çep a Demokrat li Sûriye

Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrye

Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriye

Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriye

Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûrye

Partiya Komunîst a Kurdistanî li Sûriye

PÎK (Partiya islamiya Kurdistanê)

KKP ( Partiya Komunista Kurdistanê)

Tevgera Kawa

PJAK (Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)

Yekîtiya Şoreşgerî ya Kurdistan

KODAR (Komelgeha Demokratîk û Azada Rojhilatĕ Kurdistan)

KJAR (Komelgeha Jinên Rojhelatî Kurdistan)

Platforma Horam

Plattforma Zagros

Plattforma Yarsan

Yarî Kurd

Tev-Çand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)

Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V

FEDA ( Federesyona Elewiyên Kurdistan)

NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)

Kurdische Zentrum Berlin

CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)

Enstituta Kurdî – Almanaya

Enstituta Kurdî – Bruksel

MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)

YMK ( Yekîtiya Mamostayên Kurdistan)

YES (Yekîtiya Êzdiyên Sûrî)

Kurdisch Gemeinde Brandenburg - Berlîn

Dachverband der Êzidischen Frauenräte

DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden

Mezopotamya Halk Kongresi

Mezopotamya Özgürlük Partisi

Kurdistan Human Rights Association