Berxwedêrên li Strasboûrgê: Em sibe li Parîsê li hev bicivin

Dîlek Ocalan, Gulîstan Çiya Îke û Nûrgul Başaran ku 26 roj in li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger de ne, ji bo çalakiya protestoyî ya 12'ê Çileyê ya li Parîsê banga tevlîbûnê kirin.

Nûrgul Başaran diyar kir, ew bi îrade, hêz û sekna jinê ya ji aliyê Sakîne Cansiz ve hatine afirandin, çalakiya xwe didomînin û got, ew di demeke welê de ne ku berxwedana civakî derdikeve holê.

Başaran got, "Em ê heta dawiyê komkujiya Parîsê bişopînin û bi îrade ne ku tecrîdê bişikînin. Ji xwe, ji hevrê û gelê xwe gelekî piştrast im. Di serî de jin bang li her kesî dikim ku dakevin qadan. Rêbertî bi vî rengî azad dibe. Bang li gelê me dikim ku 12'ê Çileyê li Parîsê li hev kom bibin."

BANGA ME LI WIJDANAN E

Dîlek Ocalan jî ragihand, tecrîd dewama komploya navneteweyî ye û got, "Di şexsê Leyla Guven de li dijî faşîzma AKP'ê çalakiyek mezin dest pê kir. Berxwedana li zindana Amedê li qada têkoşînê tê kirin gelekî watedar e. Ya ku dikeve ser milê me ew e ku vê çalakiyê xurt bikin û xelekên wê zêde bikin. Me xelekek li vê zincîrê zêde kir."

Dîlek Ocalan diyar kir, berdêla xwe çi dibe bila bibe wê çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin û got, "Qîrîn û banga me li wijdanan e. Divê gelê bi rengekî komî dakeve qadan."

EM Ê XEWN Û XEYALÊN SARA PÊK BÎNIN

Gulîstan Çiya Îke jî berxwedana Leyla Guven a li zindana Amedê weke "berxwedana duyemîn a Sara" bi nav kir û got, "Xeyala herî mezin a hevrê Sara ew bû ku Rêbertî azad bibe û careke din wî bibîne. Bi vê çalakiya xwe em ê xewn û xeyala hevrê Sara bi cih bînin. Em bang li gelê xwe dikin ku 12'ê Çileyê li Parîsê beşdarî çalakiya protestoyî bibin û xwedî li çalakiyên greva birçîbûnê yên bê dawî û bê dorveger derkevin."

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA