Berxwedêrên greva birçîbûnê hatin silavkirin

Li bajarê Ûppsala yê Swêdê û li bajarên Floransa û Pîsa ên Îtalyayê tecrîd hate protestkirin û berxwedêrên grevên birçîbûnê hatin silavkirin.

Li bajarê Ûppsala, Pîsa û Floransa ji bo balkişandina li ser grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehî, tenduristî û azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

ÛPPSALA

Bi armanca piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li bajarê Swêd Ûppsalayê meş û mîtîngek hate lidarxistin.

Saet 14:00’an bi sedan Kurdistanî li Qada Slottsbakenê li hev civiyan, bi pankartên şermezarkirina tecrîdê, alayên PKK, YPG/YPJ’ê ber bi Qada Storatorget ve meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmeyên şermezarkirina tecrîdê hatin berzkirin. Yekbûn Alp li ser navê NCDK’ê axivî û got; “Ocalan yekane lîder e ku li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê aştiyê pêk bîne.” Alp banga çûyîna Îmralî li CPT kir û got bi erka xwe rabin.

PARTIYA LÎBERAL: GUVEN MIROVEKE CESÛR Û MÎNAK E

Midûrê Şaxê Şaredariya Ûppsala û Serokê Koma Partiya Lîberal Mohamed Hasan axivî û got; “Guven ne ji bo xwe, ji bo Ocalan di grevê de ye. Guven miroveke bi cesûr û mînak e. Dewleta Tirk bi tecrîda li ser Ocalan re qaûnên navnetewî binpê dike. Divê hikumeta Swêd û Yekîtiya Ewropa ji bo şikandina tecrîdê bikevin nava tevgerê.”

PARTIYA ÇEP: DIVÊ TECRÎD RABE, PARLAMENTER WERIN BERDAN

Parlamenterê Partiya Çep ÎlonaSzatmarî Waldaû jî axivî û got; “Em piştgiriyê didin Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîdê di grevê de ye. Divê hemû parlamenter werin berdan. Daxwazên Guven daxwazên me ne. Em Partiya Çep dixwazin PKK ji lîsteya terorê were derxistin. Divê dewleta Tirk tecrîda li ser Ocalan rake.”

Partiya Derdor a Kesan û Partiya Karkerên Demokratên Sosyal jî banga rakirina tecrîdê kirin.

PÎSA/FLORANSA

Li bajarên Pîsa û Floransa ên Îtalyayê jî Kurdistanî çalakiyek hevpar lidarxistin û balkişandin ser rewşa Guven.

Di herdu çalakiyan de tecrîda li ser Ocalan hate şermezarkirin. Serî de Leyla Guven û çalakgerên grevên birçîbûnê yên li girtîgeh, Strasboûrg, Başûrê Kurdistanê û Gallerê hatin silavkirin.

Herdu çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bûn.