Berxwedanan mohra xwe li Festîvala Hasan Kiziler da

Îro 12’emîn Festîvala Ciwanan a Spor û Çandê ya Hasan Kiziler li bajarê Solothurn ê Swîsreyê pêk hat. Di festîvalê de berxwedanên li dijî tecrîdê hatin silavkirin.

12’emîn Festîvala Ciwanan a Spor û Çandê ya Hasan Kiziler li Solothurnê pêk hat.

Di festîvalê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mutlu Tatar axivî û bal kişand ser tecrîdê û berxwedanên li dijî tecrîdê pêk tên. Tatar got, “Divê ciwanên Kurd rastiya şer baş fêm bikin.”

Gaziyê komkujiya Pirsûsê Guneş Erzurumluoglu jî di festîvalê de axivî, di 16’emîn salvegera şehadeta wî de Îbrahîm Kaypakkaya bi bîr anî û di kesayetiya Leyla Guven de hemû berxwedêrên greva birçîbûnê silav kirin.

Mehmet Ali Koçak ê ji 20’ê Sibatê ve li kantona Cenevreyê yê Swîsreyê di greva birçîbûnê de ye, nameyek ji festîvalê re şand û bal kişand ser giyana berxwedêr. Koçak got, “Li zindanê û derve heval di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, hinek hevalan çalakiya fedaî pêk anîn. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Em ê di riya wan de heta dawî li ber xwe bidin, teqez faşîzmê hilweşînin û bi ser bikevin.”

Di festîvalê de bavê Şehîd Dijwar Necmettîn Er jî axivî û got, “Ez hemû şehîdên şoreşê bibîr tînim. Ez li ber hevalên niha di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne bejna xwe ditewînim. Divê em hemû piştgirî bidin wan.”

Her wiha di festîvalê de peyama berxwedêrê Hewlêrê Nasir Yagiz hat xwedin.

Piştî wê hunermend Çetîn Oraner, Serhat Çarnewa, Seyda Perînçek, Yunus Pîran, Medî Koma Govenda Swisre derketin ser dikê.