Berxwedana Strasboûrgê didome: Tecrîd wê bi berxwedanê bişkê

Berxwedana grevên birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê li dijî tecrîdê hatibû destpêkirin, di roja 156’an de ye. Di çalakiyê de banga hê zêdetir a xwedî li berxwedanê derbikevin hate kirin.

Berxwedana 14 aktivîstên Kurd ên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûr ê Fransayê hatibû destpêkirin didome.

Berxwedana çalakvanên ku di nav de siyasetmdar, aktivîst, hiqûqnas û rojnamevan jî hene, tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê bi biryardarî didome.

Di çarçoveya berxwedanê de wê sibe li pêşiya Konseya Ewropayê (KE) çalakiyek girseyî ya rûniştinê bê kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya girseyî ya 5 rojan a 25’ê Adarê li pêşiya Parlementoya Ewropayê (PE) hatibû destpêkirin, meha dawî li pêşiya KE her roja Çarşemê bi çalakiya girseyî ya rûniştinê didome.

Serdanên Kurdistanî û dostên wan ên ji bo berxwedêrên Strasobûrgê yên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne jî didomin.

Ciwanê Kurd ê bi navê Mehmet Cahît Koyûncû yê ku ber li girtîgehê du caran dem kurt tevlî grevên birçîbûnê bûye, anî ziman ku wê berxwedanê bigihînin serketinê.

Koyûncû bal kişand ser piştevaniya ciwanan û got: “Ev berxwedan di serî de bi desteka ciwanan û hemû gelê Kurd gihişte qonaxeke girîng. Divê dî ser de ciwan û hemû Kurd xwedî li berxwedana dayikan jî derbikevin.”

Mehmet Cîhat Koyûncû bi domdar got: “Em asayîkirina tecrîdê qebûl nakin û bi têkoşînê em ê tecrîdê bişkînin.”