Li Berlîn, Dusseldorf û Frankfûrtê dagirkerî hate protestokirin

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li bajarên Berlîn, Dusseldorf û Frankfûrtê hate protestokirin.

BERLÎN

Li Qada Brandenburger Tor a Berlînê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a lis er Rojava bi mîtîngekê şermezar kir.

Di mîtîngê de rojnameger û dîroknas Dr. Nîck Braûns diyar kir ku dewleta Tirk di vê pêvajoyê de sûcê şer kiriye û Elmanya di serî de gelek welatên li rojava hevkarên vî şerî ne.

DUSSELDORF

Li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk bi xwepêşandekê şermezar kirin. Di destê êvarê de bi sedan kes li pêşiya gara trênê kom bûn û mîtîngek li darxistin.  Girseyê piştî meşeke 3 kîlometreyan xwestin çelengeke reş deynin ber Konsolosxaneya DYE’yê.

Xwepêşanderan di çalakiyê de gelek belavok belav kirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî Kurdistanî li pêşiya konsolosxaneya DYE’yê kom bûn û helwesta Trûmp şermezar kirin. Girseyê bi alayên YPG û YPJ’ê sloganên ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kirin.