Berlîn: Bijî berxwedana Rojava
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, bi deh hezaran kesan êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, bi deh hezaran kesan êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protesto kirin.
Kurdên ji her çar parçeyên Kurdistanê, nûnerên tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê û bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de Parlementera Partiya Çep Evrîm Sommer axivî. Sommer got ku “Hemû dinya dizane gotina Erdogan a ‘herêma ewle’ dereweke mezin e. Her kes dizane ku Erdogan dixwaze gelê Kurd qir bike.”
Sommer bang li Parlementoya Federal û hikumeta Elmanyayê kir ku bila li hemberî vê dagirkeriyê bibêje êdî bes e.