Benesovky Denik: Kurd Poloniyên demekê ne!

Rojnameya Benesovky denik, ku yek ji rojnameya navdar a Çekyayê ye, cih da gotareke li ser Kurdan û Kurd şibandin Poloniyan ku nêzî 100 salekê piştî parçekirina welatê wan azad bûbûn.

Di gotarê de hate bibîrxistin piştî ku 1795'an Polonya hatî parçekirin, 123 salan ji nexşeyê hate rakirin, di vê maweyê de zimanê wan hatiye qedexekirin, derfetên wan çênebûne ku bi zimanê xwe pirtûkan çap bikin û bixwînin.

POLONÎ BI WÊREKIYA XWE QEBÛL NEKIRIN KU HÊSÎR BIKEVIN DESTÊ DIJMINAN

Di gotarê de hate gotin Polonî heta ku 1918'an bûne xwedî dewleteke serbixwe demeke dirêj dane ber xwe heke ne ji berxwedaniya wan bûna wê serxwebûn ne pêkan bûya. Di gotarê de her wiha hate gotin Polonî li gel dijwariyan jî wêrek bûne û teslîmî dijminên xwe nebûne.

KURDAN LI DIJÎ TERORA KU GEF LI CÎHANÊ DIXWAR ŞER KIRIN

Di gotarê de hate gotin Kurd jî îro bi eynî rewşê ne, bi dehan milyon Kurd di nav gelek dewletan de hatine dabeşkirin. Di gotarê de Kurdê îro li herêmê mîna lehengan têne binavkirin, tê xwestin ku ji hêla Tirkiyê ve bi komkujiyan werin tinekirin û hate gotin ,''Kurd bûn ên ku li dijî wê terorîzmê şer dikin, ku vê terorîzmê gef li Ewropayê û hemû cîhanê dixwar.''

'TIRKIYE DIXWAZE VAN MIROVÊN XWEŞIK Û WÊREK QIR BIKE'

Di gotarê de hate gotin li Rojava jiyaneke demokratîk û ekolojîk a bi wekheviya jin û mêran hatiye avakirin û hate diyarkirin, ''Ev ji bo vê herêma cîhanê rûdaneke mezin bû''. Her wiha hate gotin, ''Polîtikayên xedar ên Tirkiyê careke dî armanc dike ku van vê neteweya xweşik û wêrek tine bike''. Her wiha hate bibîrxitin ku di demeke wiha de ku Tirkiyê bi çeteyên DAÎŞ'ê re hevkarî dikir Kurdan ji bo mirovahiyê şer dikirin.

Di gotarê de her wiha hate gotin Çekya li dijî dagirkeriya Tirk li rex Kurdan û yek ji wan welatê pêşî ye ku firotina çekan li Tirkiyê qedexe kiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Çekyayê Tomas Petrîcek bang kiribû ku îşgal were rawestandin û çareseriyeke demokratîk were dîtin.