Bendavên ku bêkêr bûne ji bo bi sedan milyon mirovî metirsî ye

Bi deh hezaran bendavên ku di sedsala 20'î de ji bo hilberandina elektrîkê û bikaranîna çavkaniyên avê hatin avakirin, êdî ji bo bi sedan milyon mirovî veguherîne metirsiyeke cidî.

Li aliyekî bûyerên avhewayî yên mîna barana zêde, ku ji ber germahiya global rû didin, li aliyê din jî bendavên ku bi dehan sal in bêkêr mane... Gefeke mezin li mirovahiyê dixwin.

BI KÊMANÎ 45 HEZAR BENDAV HENE

Bendava herî kevn, beriya niha bi 6 hezar salî li Rojhilata Navîn hatibû çêkirin. Hejmara niha ya bendava, tê gotin ku bi deh hezaran e. Li gorî daneyên malpera bi navê Planetoscope, hejmara bendavên hîdroelektrîk ên mezin ên li cîhanê nêzî 45 hezar bendav in. Bendên biçûk ên ji bo avê û bendavên ku bilindahiya wan 15 metre ye, ji vê hejmara cihê ne.

REKOR DI DESTÊ ÇÎNÊ DE YE

Li gorî daneyên Planetoscopeyê, bendavên herî mezin li Çîn û Hindistanê ne. Çîn bi rêjeya ji sedî 46'an di rêza destpêkê de ye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) bi rêjeya ji sedî 14'an, Hindistan jî bi rêjeya ji sedî 9'an xwedî bendavên herî mezin in. Hate ragihandin ku rojane derdora 2 bendav dest bi kar dikin, ji 1'ê Çileyê ve zêdeyî 200 bendav hatine çêkirin.

QADEK JI 271 MILYON HEKTARÎ TÊ AVDAN

Bendav ji bo hilberandina elektrîkê û pêşîgirtina li bilindbûna ava çeman di nîvê duyemîn ê sedsala 20'î de hîn bêhtir hatin çêkirin. Nêzî nîvê wan jî ji bo avdanê hatin avakirin. Bi saya bendavên heyî qadek ji 271 milyon hektarî ya zeviyan tê avdan.

SALA 1950'Î TENÊ 500 HEB HEBÛN; 19 HEZAR HERÎ KÊM 50 SALÎ NE

Di destpêka salên 1950'î de ku avakirina bendavan zêde bû, wê demê hejmara bendavên mezin ên li cîhanê 500 bû. Tê gotin ku îro ev hejmar bi dehan hezar bendav e. Tê texmînkirin ku hejmara bendavên ji 15 metreyan bilindtir in û herî kêm 50 salî ne, 19 hezar in.

HER ROJ BÊHTIR METIRSÎDAR DIBIN

Bendavên avdanê û hîndroelektrîk ku encama feraseta pêşveçûnê ya klasîk a sedsala 20'î ne, êdî li gelek welatên Ewropayê têne terikandin. Li DYE'yê jî ku bi hezaran bendav hene, di nava dehan salên dawî de hin ji bendavên kevn hatin hilweşandin û bi vî rengî tê xwestin ku pêşî li felaketên gengaz bê girtin.

Beşeke girîng a bendavan ku temenê wan derdora 50 û 60 salî ne, temenê xwe zûdeyî derbas kirine, lewma bûne cihê fikaran. Li Brîtanya Mezin û Japonyayê bendav hene ku temenê wan 100 sal derbas bûye. Li DYE'yê temenê bendavan derdora 65 salî ye.

Piraniya van bendavên ku gefeke mezin dixwin li welatên pêşketî yan jî bi pêş dikevin. Mînak Bendava Kariba ya navbera Zambiya û Zimbabweyê sala 1959'an qediya bû. Sala 2015'an li ser vê bendava ku bi 128 metreyî bilind e lêkolîn hatibû kirin û hatibû tespîtkirin ku ava ji wanayên bendavê diherike li nava çem bûye sedema çêbûna  qulek ji 79 metreyî kûr û vê yekê jî dîwarên bendavê derizandiye. Ev bendav bi tena serê xwe gefê li sed hezaran mirovî dixwe.

Welatên ku bendav lê gelek in û piraniya wan jî ji ber temenê wan tijî bûye gefê dixwin, Çîn û Hindistan e. Li Çînê ku nêzî 24 hezar bendavên mezin hene, ev bendavên ku berhemên Şoreşa Çandê ya li Çînê ye bi têrkerî hatin sererastkirin.