Bavê Şehîdan Necmettîn Er: Divê her kes destekê bide berxwedanê

Necmettîn Er, ku kurê wî Ismet Er (Dijwar Agir) 10'ê Îlona 2018'an li Gabarê di şer de ya li dijî artêşa Tirk şehîd bûyî, bang li gelê Kurd kir ku li djî tecrîdê li ber xwe bide û dest li pêvajoyê werde.

Necmettîn Er piştî ku serdana greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li Strasboûrgê kir, got, kurê wî şehîd bûye, ji bo ku kesî dî şehîd nebe divê çareseriyek çêbibe û got, çareya vê jî ew e ku gel li derdora Tevgera Azadiya Kurd bicive.

'HEMÛ GELÊ ME DIVÊ DESTEKÊ BIDE BERXWEDANÊ'

Necmettîn Erd got yekîtiya Kurd wê aştiyê jî bîne û domand, ''Ji bo vê jî Kurd divê bibin yek û berevaniyê li hev bikin''.

Er got divê  bersiv ji bo çalakgerên greva birçîbûnê were dayin, were çareserkirin û got, ''Divê hemû gelê me destekê bide wan.''

Er bang li Kurdên li Ewropayê kir û got, 'Divê êdî her kes destê xwe bixe bin kêvir''. Er bang kir ku her kes li berxwedana greva birçîbûnê xwedî derkeve û ji bo vê jî divê her kes derkeve qadan û çalakiyan bike.''

BÛBÛ ŞEHÎDÊ 5'AN Ê MALBATÊ YÊ BI HEMAN NAVÎ

Necmettîn Er ku li Swîsreyê djî kurê wî Ismet Er (Dijwar Agir) 10'ê Îlona 2018'an di şer de şehîd bûbû. Er, diyar kir ku kurê wî ku 2007'an hatibû Swîsreyê tim di nav lêgerînekê de bûye û tim pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwend û hewl dide ku fêhm bike.

Er got kurê wî pir dilsozê Ocalan bûye.

Ismet Er ferdê 5'an ê malbatê ye ku di nav Tevgera Azadiya Kurd de şehîd bûye. Biraziyekî Er jî par şehîd bûbû, Er, diyar kir ferdên din ê malbatê jî tim navê kod ê 'Dijwar'' li xwe kirine û wiha li ser rêça şehîdan çûne.