Banga hilbijartinê ya li Kurdistaniyên li Hambûrgê

Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) ji bo hilbijartinên eyaleta Hambûrgê ku wê di 23'ê Sibatê roja Yekşemê de pêk werin, bang li hilbijêrên Kurd kir. KON-MED'ê hêviya serketinê ji Partiya Çep û namzetên wê re kir.

Li eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê bang li 1.3 milyon hilbijêrî hate kirin ku di 23'ê Sibatê de dengê xwe bidin.

KON-MED'ê bal kişand ser girîngiya dengên hilbijêrên Kurdistanî û Tirkiyeyî û diyar kir, "Weke ku di du hilbijartinên dawî yên eyaleta Hambûrgê de hate dîtin, di hilbijartinê de dengê Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên me diyarker in. Ev rewş di vê hilbijartinê de jî ji bo partiyên siyasî yên daxwaza dengan dikin girîng e."

KON-MED'ê ji Partiya Çep û namzetên wê re daxwaza serketinê kir ku piştgiriya gelê Kurd dikin û bi taybetî ji hilbijêran xwest ku dengên xwe yên tercîhî ji bo Cansû Ozdemîr û Martîn Dolzer bi kar bînin.

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate bibîrxistin, ku Ozdemîr ji sala 2011'an û vir ve du serdem in li parlamentê ye û tevî bicihanîna daxwazên Kurdistaniyan, Tirkiyeyiyan û koçberan her wiha li qada çand û civakî li Hambûrgê karekî serketî kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji ber vî karê xwe yê serketî Partiya Çep Cansû Ozdemîr li rêza destpêkê daniye."

Di daxuyaniya KON-MED'ê de hate gotin, "Civaknas Martîn Dolzer serdemekê li Hambûrgê cihê xwe li parlamentê girt, salên dûr û dirêj piştgiriya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, di demên cuda de gelek caran pêşengî ji heyetên diçûn Kurdistanê re kir û dostekî Kurdan ê naskirî ye."