Avesta: Parastina xeta Sarayan peywira jinan e

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke bi dîmen şand ji çalakiya Parîsê re û got ku “Xwedîlêderketina xeta Sarayan, parastina şoreşê û afirandina civakeke azad peywira jinan e.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta peyameke bi dîmen şand çalakiya Parîsê.

Di peyama Avesta de ev tişt hate diyarkirin:

“Di şexsê Sêvê, Pakîze, Fatma, Hevrîn û dayika Aqîde de ez careke din şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi bîr tînim. Soza ku me daye wan, em careke din dubare dikin. Îro jî li paytexta kapîtalîzmê li Parîsê 7 sal berê li dijî hevala me Sakîne Cansiz û PKK’ê qetlîamek hatibû lidarxistin. 7 salên gelê me yê berxwedêr ji bo darizandina kujeran dadikevin qadan. Hêzên faşîst û dagirker kujer Omer Guney girtin lê piştre di zindanê de mir an jî hate kuştin. Bi vî awayî xwestin ser qetlîama Parîsê were girtin.  Em dizanin ku naxwazin kujer werin darizandin. Ji bo darizanda kujeran divê gelê me vê têkoşînê bidomîne. Dema ku heval Sara, Rojbîn û Leyla hatibû qetilkirin, bi pêşengiya Rêber Apo li Bakur pêvajoyek hatibû destpêkirin. Ji bo vê pêvajoyê hilweşînin ev plan hate kirin.

HEVAL SARA XWEDÎ HELWESTEKE BERXWEDÊR BÛ

Piştî vê pêvajoya bi qetlîama Parîsê hate destpêkirin, maseya çareseriyê wergerandin. Piştre tecrîda li ser Rêber Apo zêde kirin.Qetilkirina Mam Zekî Şengalî, Serhat, Navdar û Sînanên di nav komîteya dîplomasiyê de bûn, qetilkirina endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb, Endamê Komîteya Karên Derve Demhat Egîd û Endamê Komîteya Tendirustiyê Cemîl Amed jî dûmahîka qetlîama Parîsê ye. Bi van êrîşan dixwazin Tevgera Azadiyê têk bibin. Tevgera Azadiyê 45 sal in li Rojhilata Navîn xeta azadiyê temsîl dike.

Heval Sara yek ji kesa pêşîn e ku ji Dêrsimê tevlî nav PKK’e dibe. Heval Sara di faşîzma 12’ê Îlonê li hemberî Esat Oktay Yildiran helwest û berxwedana xwe domand.  Dijmin ji berxwedana heval Sara tirsiyabû. Lê Heval Sara di her şert û mercan de, xwedî helwesteke berxwedêr bû.

Li hemberî van êrîş û qetlîaman rojeva me ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya hemû jinan e. Divê jin xwe biparêzin. Wekî Rêber Apo dibêje ‘Divê jin azadiya xwe nespêrin tu kesên din.’

Bi van bîr û baweriyan hemû kesên ku tevlî nav çalakiyên li dijî qetlîama Parîsê bûne, ez wan silav dikin. Ez silav û hurmetên xwe dişînim ji hemû berxwedêrên li zindan, çiya û qadên din li ber xwe didin.”