AVEG-KON: Divê her kes piştgiriyê bide berxwedana gelê Dersimê

AVEG-KON’ê destnîşan kir ku bi berxwedaneke girseyî û yekgirtî wê êrîşên qeyûm bên şikandin û bang li karker, kedkar û enternasyonalîstên li Ewropayê kir ku li dijî polîtîkayên dagirker, îmha, teslîmiyet û qeyûm têbikoşin.

Konfederasyona Koçberên Bindest a Ewropayê (AVEG-KON) li dijî dagirkeriya li ser şaredariyên Dersim û Pulurê, banga têkoşîn û berxwedanê kir.

AVEG-KON’ê destnîşan kir ku rejîma qesrê ya faşîst bi qeyûman îradeya gel tune dihesibîne û diyar kir ku di demê pêş de jî wê şefê faşîst siyaseta xwe ya xespkirinê bidomîne.

AVEG-KON’ê got, “Îro têkoşîna li dijî qeyûman, parçeyekî têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Li dijî derbeya qeyûm û xespê, divê em bi berxwedaneke hîn xurttir bersiv bidin! Li dijî polîtîkaya rejîma faşîst, di serî de şaredarî, divê em piştevaniyê ji bo gelê Dersimê ku kolan bi kolan li ber xwe dide, mezin bikin û divê ji her bajarên Ewropayê jî ev berxwedan bê geşkirin. Êrîşên qeyûm wê bi berxwedaneke girseyî û yekgirtî bên şikandin. Em bang li koçber, karker, kedkar û enternasyonalîstên Tirk û Kurd ên li Ewropayê dikin ku li dijî polîtîkayên dagirkerî, îmha, teslîmiyet û qeyûm têbikoşin û bi gelê me yê berxwedêr re bin!”