Avabûna PKK’ê li Ewropayê hate pîrozkirin

Salvegera avabûna PKK’ê li gelek bajarên Ewropayê bi çalakiyan hate pîrozkirin.

HILDESHEÎM

Gelek kesên ku li Angoûlemeplatza ya li navenda Hildesheîma Elmanyayê hatin gel hev, salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.

Di çalakiya ji bajarên derdor jî tevlîbûn hatî kirin de, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan afîş hatîn vekirin. Her wiha çalakgeran biryara di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta Başûrê jî protesto kirin.

SAARBRÛCKEN

Li ber Landwehrplatza li Saarbrûckenê gelek kesên bi pîrozbahiyekê hatin gel hev, damezirandina PKK’ê pîroz kirin. Di çalakiya bi guhdarkirina mûzîkê dom kirî de, li ser hev dirûşmeyên “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

PARÎS

Bi banga Tevgera Ciwanên Şoregşer li banliyoyên Evry û Drancy ê Parîsê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin. Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Kurdistanî li nava bajêr meşiyan û Cejna Vejînê pîroz kirin. Ciwan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û flamayên PKK’ê meşiyan.

Meşa li nav bajêr bi qasî saetekê domiya û bi daxuyaniyê bi dawî bû.

Li Drancyê jî li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan meş hate destpêkirin. Ciwan bi alayeke mezin a PKK’ê meşiyan. Meş heta ber şaredariya Drancyê domiya.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye jî li Place d’Espagnayê çalakî hate lidarxistin. Bi govendê avabûna PKK’ê hate pîrozkirin.

Çalakî bi sloganên ‘Bijî PKK’ bi dawî bû.