ATÎK: Em piştgiriyê didin grevên birçîbûnê
Endamên ATÎK û yên Meclîsa Gel a Demokratîk a Mannheîmê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.
Endamên ATÎK û yên Meclîsa Gel a Demokratîk a Mannheîmê çûn serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê.
ATÎK li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kirine.
Di serdanê de li ser navê ATÎK’ê Mehmet Eren di serdanê de axivî. Eren diyar kir ku ew tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin û got ku, “Em ji bo hevgirtin û piştgiriyê îro hatin serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Li girtîgeha Wanê du girtiyên şoreşger jî ketine greva birçîbûnê û çalakiya wan di roja 98’emîn de ye. Em piştgiriyê didin van çalakiyan jî.”
Piştî serdanê Mehmet Eren ji ajansa me re axivî û got ku, “Armanca vê serdana me ev e ku em tecrîda li ser Rêzdar Ocalan şermezar bikin. Tecrîdeke giran heye. Ev tecrîd ne bi tenê li ser Ocalan e. Dewleta faşîst a Tirk li ser hemû girtiyan vê metodê pêk tîne.”
LI MANNHEÎMÊ SERDANEKE GIRSEYÎ
Meclîsa Gel a Demokratîk a Mannheîmê jî çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê. Hevserokê Meclîsa Gel a Mannheîmê Halîs Dogan diyar kir ku daxwazên çalakgeran daxwazên wan e û got ku, “Em piştgiriyê didin çalakiya hevalan. Em piştgiriyê didin hemû hevalên ku li girtîgehan ketine greva birçîbûnê. Ev hevalên me ji bo xwe tiştekî naxwazin. Daxwazên wan ên hemû Kurdistaniyan e.”