Aqûbeta 3852 welatiyên Êzidî nediyar e!

Li gorî daneyên TAJÊ’ê ku bi ANF’ê re parve kir, heta niha aqûbeta jin û zarok jî di nav de 3852 welatiyên Êzidî nediyar in.

Çeteyên DAÎŞ'ê piştî êrîşî Mûsilê kir û şûnde metirsiyek mezin li ser Şengalê çêbû. Hêzên PDK’ê yên wê demê li herêmê bûn ku ji parastina Êzidiyan berpirs bûn, bi gotina; ‘Metirsî tine em ê we biparêzin’ di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema ku DAÎŞ'ê êriş kir, ji Şengalê vekişiyan.

Bi êrîşê re bi hezaran jin û zarok jî di nav de Êzidiyên ketin nava lepên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Jin û zarok jî di nav de zêdetirî 5 hezar kes hatin revandin. Ên mayîn jî bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên YPG/YPJ’ê ji mirinê hatin rizgarkirin.

Komkujiyeke mezin li ber çavê dinê hemû li ser civakeke resen a Kurd a herêma Şengalê pêk hat. Têkildarî vê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ANF’ê re amarên li ser komkujiyê ku di destê wan de hene parve kir.

370 HEZAR ÊZIDÎ KOÇBER BÛN

Li gorî vê;

Berî fermana 73’an a 3’yê Tebaxa 2014’an li herêma Şengalê 550 hezar welatiyên Êzidî li Iraqê dijiyan.

Piştî Fermana 73’an a Şengalê 370 hezar Êzidî koçber bûn.

DI ROJEKÊ DE 1293 KES HATIN QETILKIRIN

Di roja yekem a êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê de 1293 kes hatin qetilkirin.

2 HEZAR Û 745 ZAROK BÊ DÊ-BAV MAN

1759 zarok bê bav man.

407 zarok bê dayik man.

220 zarok bê dayik-bav man.

Bi giştî hejmara zarokên bê dayik-bav mane 2 hezar û 745’ in.

LI 80’Ê GORÊN KOMÎ HATIN VEŞARTIN

DAÎŞ’ê Êzidiyên ku qetil kirin, li 80 gorên komî ku piraniya wan dikevin deştên Şengal û bajarokên derdorî wê veşartine.

68 navend û merqebên pîroz ên Êzidiyan hatin teqandin û hilweşandin.

Piştî fermanê 120 hezar Êzidî koçberî deverên cuda yên Iraq û Başûrê Kurdistan û dîsa Ewropa bûn.

AQÛBETA KESÊN WINDA NEDIYAR E

Hejmara Êzidiyên ku heta niha di destê DAÎŞ’ê de mane û nehatine dîtin û li bazaran hatine firotin wiha ne:

Jin: 1199

Mêr: 339

Zarokên Keç: 1041

Zarokên Kur: 1079

Li gorî daneyên TAJÊ’ê heta niha aqûbeta jin û zarok jî di nav de 3852 welatiyên Êzidî nediyar in.