Alîgirên xweseriya Katalan piştevaniya Rojava kir

Di xwepêşandanên protestokirina girtina rêveberên xweseriya Katalan de dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Rojava jî hate protestokirin.

Dadgeha Bilind a Katalan ji bo 9 rêveberên Katalan ji 9 salan bigire heta 13 salan cezayê girtîgehê û ji bo 3 girtiyan jî deh hezar eûro cezayê pere hate birîn. Piştî vê cezayî roja Sêşemê li seranserî Katalonya çalakiyên protestoyî hatin kirin.

Deh hezaran kesên daketin kolanên Barselona, bend danîn, agir berdan qotiyên gelaş, xeta trenê bloke kirin û dîsa li balafirgehê çalakiya dagirkirinê pêk anîn. Ji ber çalakiya dagirkirinê seferên nêzî 200 balafiran hate betalkirin. Polîsan 50 xwepêşander destgîr kirin, bi dehan çalakvan jî ji ber şideta polîsan birîndar bûn.

Di van çalakiyan de jî berxwedana Rojava hate silavkirin, êrîşên dewleta Tirk a  dagirker ya li ser Rojava jî hate protestokirin.