‘Alan Kurdî’ 65 penaber rizgar kir

Keştiya alîkariyê Alan Kurdî ya rêxistina bi navê Sea-Eye li Behra Spî 65 penaber rizgar kir. Keştiyê berê xwe da Girava Lampedûsayê lê Îtalyayê sînorên xwe ji keştiyê re girt.

65 penaber ji bo ku xwe bigihîn rojavayê Ewropayê bi botê ji Lîbyayê derketin rê û 12 saetan li Behra Spî asê mabûn.  Keştiya alîkariyê ya Alan Kurdî ya rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye xwe gihand penaberan.

Keştiyê piştî ku 65 penaber rizgar kir, berê xwe da Girava Lampedûsa ya Îtalyayê. Lê Îtalyayê sînorên xwe ji vê keştiyê re girt. Ligel biryara Îtalyayê, keştî nêzî Girava Lampedûsê ye. Hate diyarkirin ku di keştiyê de tenê 10 lître ava vexwarinê maye. Rêveberê keştiyê Gorden Isler got ku “Derbarê rêwîtiya behrê tu agahiya penaberan tune û amûrên GPS jî bi wan re tune. Heke em negihiştina wan wê di behrê de bixeniqiyana.”

Rêxistina alîkariyê ya bi navê Sea-Eye ya ku navenda wê li bajarê Regensbûrgê ya Elmanyayê ye, navê keştiya xwe ya ‘Profeesor Albrecht Penck’ kiribû Alan Kurdî. Zarokê ji rojavayê Kurdistanê Alan Kurdî penaberek bû û cenazeyê wî li nêzî Bodrûma Tirkiyeyê hatibû dîtin.