ADGB'ê ji bo çalakiya li Strasbourgê banga tevlîbûnê kir
ADGB'ê ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku wê têkildarî êrîşên li Sûriye û Rojava bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
ADGB'ê ji bo daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê ku wê têkildarî êrîşên li Sûriye û Rojava bê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê (ADGB) ragihand ku wê têkildarî bûyerên li Sûriye, Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û jinûve avakirina Sûriyeyê di 4'ê Çileya 2025'an de li Strasbourgê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî lidar bixe.
Di daxuyaniya ADGB'ê de hate gotin, "Ji bo rawestandina komkujiyên li Sûriyeyê û Sûriyeyeke demokratîk em li hev kom dibin."
Di daxuyaniya ADGB'ê de hate gotin, "Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku bi piştgiriya hêzên emperyalîst û dewletên mêtinger ên li herêmê rejîma Esad hilweşand û desthilatdarî bi dest xist û Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya ku yekser di bin kontrola Tirkiyeyê de ye, dixwazin Sûriyeyeke welê ava bikin ku ji bilî wan mafê kesî yê jiyanê nîne. Civakên qedîm ên Sûriyeyê Elewî, Xiristiyan, Kurd, Suryanî, Durzî, hemû beşên sekuler ên civakê û jin di bin gefa hêzên cîhadîst de ne.
'EM BI TÊKOŞÎNA SÛRIYEYA DEMOKRATÎK RE NE'
Daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî ya li Strasbourgê ku wê ji aliyê Federasyona Elewiyên Ereb a Ewropayê û Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê ve bê lidarxistin, ji bo balkişandina ser vê metirsiyê û afirandina raya giştî ya navneteweyî wê bibe kombûneke girîng. Weke Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Ewropayê em piştgiriyeke xurt didin vê bangê û em ê careke din ragihînin ku gelên Sûriyeyê bi tenê nînin û em bi têkoşîna Sûriyeya Demokratîk re ne.
Di 4'ê Çileya 2025'an saet 11:00 de em li Strasbourgê bicivin. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk ne şerîatperest, em bang li raya giştî ya navneteweyî bikin ku bikeve nava liv û tevgerê."
21 sazî û rêxistinên li Strasbourgê li hev kom bibin bi vî rengî ne:
1. Înîsiyatîfa Derya Reş a Alternatîf
2. Federasyona Yekîtiyên Dersimê yên Demokratîk a Ewropayê (ADEF)
3. Konfederasyona Mafên Demokratîk a Ewropayê (ADHK)
4. Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd li Ewropayê (KCDK-E)
5. Înîsiyatîfa Komun a Demokratîk Şoreşger a Ewropayê (ADDKÎ)
6. Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AVEG-KON)
7. Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE)
8. Konfederasyona Karkerên Tirkiyeyî li Ewropayê (ATÎK)
9. Meclîsên Komun ên Şoreşger li Ewropayê (ADKM)
1O. Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA)
11. Kongreya Avakirinê ya Dersimê (DÎK)
12. Koordînasyona Êzidî
13. Platforma Kurdên Anatoliya Navîn (PKAN)
14. Federasyona Komeleyên Mereşê (MARDEF)
15. Kongreya Gel a Mezopotamyayê
16. Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MÖP)
17. Nor Zartonk - Ewropa
18. Partiay Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst - Ewropa (SYKP Ewropa)
19. Xeta Sor
20. Cîhaneke bê jiyîn
21. Kesk û Çep Ewropa