Şevîn Sogut hat bîranîn, Şoreşa Rojava hat silavkirin

Li Swîsreyê gerîlaya MLKP/FESK'ê Şevîn Sogut hat bîranîn û Şoreşa Rojava hat silavkirin.

Ji bo gerîlaya MLKP/FESK’ê Şevîn Sogut (Sarîn Awaz) a ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a di 17’ê Tebaxa 2018’an de li Zapê şehîd bibû, li bajarê La Chaux-de-Fonds ê Swîsreyê çalakiyek hate lidar xistin. Şoreşa Rojava hat silavkirin.

Aktîvîstên Komîteya Rojava pankarta bîranîna Şevîn Sogut li avahiya La Chaux-de-Fonds a li Çiyayê Jura ya kantona Neuchatelê daliqandin û Şoreşa Rojava silav kirin.

Di daxuyaniya Komîteya Rojava de hat gotin, "Hevrêya me Şevîn a ku Tabûra Rizgariya Enternasyonalîst a Rojava hilbijart, di pêngava rizgarkirina Reqayê ji hovîtiya DAÎŞ'ê de cih girt . Û di vê oxirê de ligel hevrêyên xwe yên enternasyonalîst, komunîst, anarşîst û welatparêz mil bi mil şer kir.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Şoreşa Rojava ji bo hemû hêzên pêşverû û şoreşger ên li tevahiya cîhanê jiyanî ye. Divê em bi her awayî parastina wê bikin. Swîsre yek ji baxçeyên şerê li dijî Rojava û Kurdistanê ye, bi giranî faşîzma Erdogan fînanse dike. Em li dijî hevkarên faşîzma Tirk têdikoşîn û em piştgiriya parastina Şoreşa Rojava dikin.”