BI DÎMEN

Şervanên YPJ'ê: Berxwedana gel hêzê dide me

Şervanên YPJ'ê destnîşan kirin ku wê rê nedin êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê û gotin, berxwedana gel a ku li Bendava Tişrînê di nobedê de ye, hêzê dide wan.

ŞERVANÊN YPJ'Ê

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ji 8'ê Kanûna 2024'an û vir ve li eniya Bendava Tişrînê bi baweriya serketinê berxwedaneke dîrokî dimeşînin.

Şervan li tunelên berxwedanê hem bi biryardarî hem jî bi daxwaza têkoşînê li dijî hewldanên dagirkeriyê sekneke bêhempa nîşan didin.

EM BI BIRYAR IN KU BI SER BIKEVIN

Şervana YPJ'ê Sara Tolhildan bal kişand ser têkoşîna li dijî êrîşên bejahî û hewayî yên dewleta Tirk û çeteyên wan ên ên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) û got, "Ji bo parastina Bendava Tişrînê em li vê derê ne. Em ê rê nedin dagirkeriya Tirk û li dijî êrîşan em berxwedaneke bêhempa nîşan didin. Dijmin çiqasî hewl dide bi pêş ve biçe jî li pêşberî biryardariya şervanên QSD û YPJ'ê nikare gavekê jî biavêje. Bêguman em ê rê nedin dagirkeriyê, ji ber ku em bi biryar in ku bi ser bikevin."

Sara Tolhildan piştgiriya gel a ji bo berxwedanê silav kir û got, "Ji ber êrîşên li ser gel me şehîd û birîndar dan. Lê belê gelê me bi biryardarî nobeda li Bendava Tişrînê dewam dike. Gelê me bi ruhê xwe yê fedakariyê bi me re ye. Em ji piştgiriya wan hêzê werdigirin; bi vê hêzê em ê wezîfe û berpirsyariyên xwe heta dawiyê bi cih bînin."

'LI TUNELÊN BERXWEDANÊ DÎROK TÊ NIVÎSANDIN'

Şervana Ereb a YPJ'î Viyan Tolhildan jî bal kişand ser yekîtiya gel û şervanan û got, "Li tundlên berxwedanê gelek bîranîn hatin afirandin. Heta ku dagirkeriya Tirk bi dawî bibe em ê ti carî dest ji vê têkoşînê bernedin. Dijmin li pêşberî berxwedana me nikare bi pêş ve biçe û xwe vedikişîne. Berxwedana ku îro li Bendava Tişrînê tê meşandin bi saya hêvî û baweriya gel e."

Viyan Tolhildan destnîşan kir ku bawerî û piştgiriya gel a ji bo berxwedanê çavkaniya motîvasyonê ya şervanan e û got, "Em ê bi baweriya gel berxwedana xwe dewam bikin û her cûre êrîşên dagirkeriyê bişikînin. Em ê bi gelê xwe re vê têkoşînê bi ser bixînin."