Şervanê YPG'ê Omer li Hambûrgê hate bîranîn

Ji bo şervanê YPG Waîl Omer (Zinar Botan), li Hamburgê bi tevlîbûna malbata wî merasîmek a bîranînê hate lidarxistin.

Ji bo bîranîna şervanê YPG Waîl Omer (Zinar Botan) ku li Rojava şehîd bû, li Hambûrgê merasîmek hate lidarxistin. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, malbat û gelek Kurdistanî tevlî merasîmê bûn.

Melayê Mizgefta Şêx Seîd a li Hambûrgê di merasîmê de axivî û tekez kir ku hemû şervanên li dijî zulmê têkoşiyane, şehîd in û got: "Eger ku serê me bilind e ew bi saya serê wan e."

Xalê Waîl Omer Xelîl Omer diyar kir ku xwarziyê wî bi dirêjahiya 8 salan ji bo rûmet û azadiya welatê xwe têkoşiya ye.

Siyasetmedarê Kurd Şervan Çewlîk jî got: "Em li ku dijîn bila bijîn, pêwîste em girêdayî şehîdên xwe û bîranînê wan bimînin."