Şehîdên PJAK li Stockholmê hatin bibîr anîn

Bi pêşengtiya komîteya KJAR û PJAK’ê şehîd Zagros Manî (Mehdî Rezayî) ê ji Kirmaşan û Şevger Çiya (Ako Fethî) ê ji Sine ku di encama komployek qirêj a rejîma Îranê de şehîd bûbûn, Stockholmê hatin bibîr anîn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan destpê kir, piştre sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna şehîdan hetibû amadekirin, hate nîşandan.

Di berdewamiya bîranînê de endamê komîteya dîplomasî ya PJAK li Stocholmê Emîr Babekrî axaftinek kir. Babekrî got: “Bêguman tevayî şehîdên şoreşê ji bo me pêşeng in. Bes di demek wisa de şehadeta wan her du hevalan pir watedar e. Rejîma xwînxar a Îran bi van kiryarên xwe careke dîtir rûyê xwe yê qirêj a li dijî gel û hêlên azadîxwaz eşkere kiriye; lazime em kiryarên dij mirovî û dûr ji pîvanên exlaqî baş pênase bikin. Îran û tevayî dagirkerên Kurdistanê êdî pir bi başî dizanin ku çiyayên Kurdistanê tenê cihê gerîla û têkoşerên çekdar nîne, çiyayên me ji gelên Zagrosî re bûye cihê şêwirandin û eşkere kirina pîlan û vala derxistina kiryarên qirêj yên dewletên dagirker. Ev her du heval her yek ji bajarek bûn, bes ew ji bo yek armancî tekoşîn dikirin. Îran bi van lîstikên xwe yên qirêj û pîlanên dij mirovî careke dîtir rewabûna xwe ji dest daye û bi wan komplo û pîlangeriyan lawazbûna xwe ya li himber rêxistina azadîxwaz a ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê daye nîşandan. Ev yek lazime ji hêla her kûrdeke azadîxwaz ve were dîtin û were zanîn. Em wek rêxistan PJAK ya Ewropa kiryarên wisa dij mirovane ya Îran bi tundî şermezar dikin û sersaxiya xwe ji bo gelê Kurdistanê dixwazin.

Di berdewamîya bîranînê de Ji bo wateya jiyana şehîdan siyasetmedar Mehmet Sevim jî axivî û got: “Tiştê herî zor ev e ku mirov gotin ji bo wateya jiyana şehîdan bîne ziman. Gelê Kurd li ser her bostek axa Kurdistanê berdêlan dide û her roj şehîdan dide. Êşa şehîdan ji bo me dibe civaknasî û civakîbûnek da ku bikaribin jiyana bi wate ya li ser şopa şehîdan ava bikin. îro li ser axa me li hêlekî berxwedaniyek pir mezin û li hêlek jî îxaneteke qirêj heye. Lazime her şehîdek ji bo me bibe pêşengek ji bo avakirina jiyanek watedar û bi rûmet. Ev şoreş îro li her çar beşên Kurdistan bi awayek here lehengane berdewam dike. Bi taybet dagirker û zordarek qirêj a weke Îranê bêy îxanet û lîstikên qirêj nikare li himber Kurdan tiştek bike. Ew pir baş dizanin, heger em êrîşan neşkînin, lazime her kes bizanibe ku ne Kurdistan, tiştek bi navê Kurdayetî ya azadîxwaz jî wê nemîne. Îxanet û dagirkerî bi hev re êrîş dikin. Bêguman soza me ya ji bo şehîdan, xwedî derketina me ya li doz û rêça wane.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî di bîranînê de axivî û wiha pêde çû: “dijminên me bi bikaranîna îxanet û rêyeke wisa qirêj re dixwazin bawerî û hestê gelê Kurd a ji bo azadiyê têk bibin. Heta ku Kurdistan xwedî pêşeng û lehengên weke wan her du hevala be, wê ev vîn û baweriya gelê Kurd a ji bo azadiyê têk neçe. Em bang li tevayî hêzên li ser axa welatê xwe dikin, bi îxaneteke wisa hûnê negîjin armanca xwe. Li kû dibe bila bibe divê şoreşgerên welat û kesên azadîxwaz li himber kiryarên dije mirovî ya îran pir hişar be.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.