Şehîdên Meha Gulanê li Bremenê hatin bibîranîn

Di şexsê Şehîd Seran Kurdistan Xoser (Berfîn Bazenzîr) û hevreyên wê de Şehîdên Meha Gulanê li Bremenê hatin bîranîn.

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê ji bo Şehîdên Meha Gulanê çalakiya bîranînê hat lidarxistin. Çalakî ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan-KOMAW’ê ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hat lidarxistin.  

Di şexsê Şehîd Seran Kurdistan Xoser (Berfîn Bazenzîr) û hevreyên wê Harûn Kîçî, Denîz Ronî, Andok Fedakar û Battal Menal de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê malbata şehîd Berfîn Bazencîr Ridvan Bazencîr, nûnerê KOMAW’ê, nûnerê CÎK yê Bremenê Mele Eşref, nûnerê PYD’ê Şerzad Elo, endamê Meclîsa Gel a Bremenê Seîd Bîlgîn di bîranînê de axivîn.

Çalakî piştî pêşandina sînevîzyona li ser şehîdan bi dawî bû.