NÛ BÛ

Şehîdên Meha Cotmehê li Hamburg û Dusseldorfê hatin bibîranîn

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ên di meha Cotmehê de şehîd bûne, li Hamburg û Dusseldorfê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Komîsyona Malbatên Şehîdan a Hamburgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn a Hamburgê li avahiya DKTM a Hamburgê merasîma bîranînê li dar xistin. Qada merasîmê bi wêneyên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî bavê şehîd Cengîz Onat li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan axivî û got: "Em kesên ku di destên wan de çek û bi hezkirina welatê xwe şehîd bûn bi rehmet û minetdarî bi bîr tînin. Şehîdên me yên ku ji bo me nirxa herî pîroz in ne tenê di merasîmên bîranînê de her tim di dil û hişê xwe de bi bîr bînin û xwedî li derkevin.”

Nivîskar û parêzvana mafên jinan Anja Flach diyar kir ku derfeta dîtina wê ya bi gelek şoreşgerên hêja û bi taybetî Meryem Çolak û Çerkes Helîn re çêbûye û wiha axivî: “PKK partiya şehîdan e. Heta ez sax bim ez ê têkoşîna van mirovên hêja yên ku ez nas dikim bidomînim."

Nûnera Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Evîn Serhat jî axivî û got: "Her şehîdekê ji me mîrateya têkoşînê hişt. Pêkanîna xeyalên şehîdan deynê di stûyê me ye.”

Evîn Ararat jî diyar kir ku divê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” geştir bibe û banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin, kir.

Di çarçoveya bîranînê de quncikek ji wêneyên şehîdan hat çêkirin û sînevîzyon hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.

DUSSELDORF

Bîranîna li Dusseldorfê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin.  Piştî rêzgirtina ji bo Şehîdên Azadiya Kurdistanê, Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê Pero Dundar der barê giringiya rojê de axivî. Dundar li ser pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" ku sala borî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, agahî dan û behsa giringiya têkoşîn û beşdariya Kurdistaniyên welatparêz a di vê mijarê de kir.

Piştî nîşandan sînemavîzyona ji bo Şehîdên Meha Cotmehê hatî amadekirin, banga tevlêbûna meşa mezin hat kirin ku di çarçoveya pangavê de, wê di 16'ê Mijdarê were lidarxsitin.