BI DÎMEN

Şehîd Sara Dorşîn li Berlînê hat bibîranîn

Şehîd Sara Dorşîn a di 7’ê Nîsana 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Berlînê hat bibîranîn.

Ji bo gerîlaya YJA-Starê Sara Dorşîn (Sarah Handelmann) a ku di 7’ê Nîsana 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Çalakiya bîranînê ya ji aliyê Gemeînsam Kampfen, Internatîonalîtîsche jugendkommuneê ve hat organîzekirin bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, nasnameya şehîd Sara Dorşîn û nameya ku nivîsandibû hatin xwendin.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Safiye Erol axivî û got: “Şehîd Sara Dorşîn di nameya xwe de wiha dibêje, ‘Min pirtûka Rêbertî ji xwe re kir rêber, ev yek jî min bir qadên azadiyê’. Ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan jî divê em têbikoşin. Ji bo têgihiştina Rêbertî divê em weke ciwanan her roj pirtûkên wî bixwînin û wisa rê bidin jiyana xwe. Ji bo vê jî divê em Rêbertiyê bijîn û bixin nava jiyana xwe. Weke Şehîd Sara Dorşîn jî got, divê axaftinên me bibin pratîka me. Bi vî awayî em dikarin xeyalên şehîdên xwe pêk bînin.”

Piştî sînevîzyona ji bo bîranîna şehîd hate nîşandan, ji bo Sara Dorşîn stran hatin gotin. Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namir” bi dawî bû.