Şehîd Jiyna Timoqî li Winterhûrê hat bibîranîn
Şemsettîn Tûnç di bîranîna Şehîd Jiyan Timoqî ya li Winterthûrê de axivî, diyar kir ku keça wî Jiyan di vê têkoşînê de şehîda 10’emîn a malbatê bû û got ku wê tucarî neheqî qebûl nedikir.
Şemsettîn Tûnç di bîranîna Şehîd Jiyan Timoqî ya li Winterthûrê de axivî, diyar kir ku keça wî Jiyan di vê têkoşînê de şehîda 10’emîn a malbatê bû û got ku wê tucarî neheqî qebûl nedikir.
Jiyan Timoqiya (Dîlan Tunç) ku Ji 5 gerîlayên ku di mehên Mijdar û Kanûna 2023’an de ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve di êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên taktîkî de şehîd bibû, li bajarê Winterthûr ê Swîsreyê hat bîranîn.
Malbata Şehîd Jiyan Timoqî, nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê (KOMAW), Meclîsa Kurd a Demokratîk a Swîsreyê (CDK-S) û Kurdistaniyên li gelek kantonên Swîsreyê dijîn, tevlî bîranîna ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Winterthûr hate lidarxistin bûn.
Bîranîna ku ji aliyê gelê Kurdistanê ve rastî eleqeyek mezin hat, bi deqeyeke rêzgirtinê li ser navê şehîdên Kurdistanê dest pê kir.
Piştre li ser navê KOMAW'ê Mustafa Karahan li ser wate û girîngiya şehîdên azadiya Kurdistanê axaftinek kurt kir û got: "Em li çar parçeyên Kurdistanê di nava şerekî gelekî dijwar de ne. Dijminên Kurdan dixwazin li çar parçeyên Kurdistanê komkujiyeke mezin pêk bînin. Gerîlayên Azadiyê li hemberî vê yekê xwe feda dikin. Yek ji wan jî Heval Jiyan e."
Bavê Şehîd Jiyan Timoqî Şemsettîn Tunç jî axaftinek kir û got: "Şehîd Jiyan şehîdê dehemîn ê malbata me ye. Malbata min 10 şehîd dane vê têkoşînê. Nirxandinên Şehîd Jiyan ên li ser 'Jiyana Azad' bandoreke mezin li min kir. Şehîd Jiyan gelekî çalak bû û neheqî qebûl nedikir. Her dem di nava lêgerînê de bû. Lêkolînên wê her dem li ser hebûna jinan bû. Digot çima jin her dem tên bindestkirin. Li malê jî wisa bû."
Her wiha Şemsettîn Tunç helbesta "Ez Jiyan im" ku ji keça xwe re diyarî kiriye jî xwend.
Bîranîna ku bi dirûşmên "Şehîd namirin" û "Jin jiyan azadî" hatin berzkirin, bi nîşandana sînevîzyonê bi dawî bû.