BI DÎMEN

Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir li Hambûrgê hatin bibîranîn

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir ên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li Hambûrgê hatin bibîranîn.

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan Bîşeng Brûsk (Rojda Bîlen) û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan Sara Hogir Gulsun Sigir) ên 28’ê Tîrmeha 2023’an di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bibûn, li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê hatin bibîranîn.

Bîranîn li Taxa Harbûrg hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî ji Berlîn û Hannoverê tevlî bîranînê bûn. Di bîranînê de ji bo giyanê şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser navê KOMAW’ê Xoşnav Ata axivî. Ata anî ziman ku Sara Hogir ji dema xebatên ciwanan li Wêranşarê dimeşand nas dike û got: “Vegotina şehîdan gelek zehmet e. Her şehîdek jî erkên me yên mirovî û wijdanî tîne bîra me. Her şehadetek ji bo cîhana ku em xeyal dikin e. Hevrêyên me Sara û Bîşeng di vê oxirê de giyanê xwe dan û navên xwe di rûpelên dîrokê de nivîsandi. Tu peyv, gotin têra vegotina şehîdan nake. Ev 45 sal in ev têkoşîn bi saya şehîdan hatiye roja me ya îro. Her şehadetek me gavekê nêzî azadiyê dike. Rêbertiya me weke şopdarên şehîdan xwe îfade dike. Heta ku em bijîn em ê li pey doz û şopa wan bin.”

Dayika Şehîd Devrîm Garzan a ku li Avaşînê şehîd bû, Latîfe Onat jî axivî û got: “Divê hîn bi xurtî em xwedî li şehîdên xwe derkevin. Gava em li vir jiyaneke rehet dijîn, ciwanên me li Kurdistanê di nava şert û mercên gelekî dijwar de têdikoşin. Di serî de welatparêzên li Ewropa û hemû Kurdistanî bi xurtî têkoşînê geş bikin."

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser jiyana şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir hat pêşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, azadî” bi dawî bû.