Şaredariyên Swêd: Bila PKK ji lîsteya terorê were derxistin
Partiyên Çepgir ku li Swêdê li deverên cuda li şaredariyan peywirdar in, xwestin ku polîsên Swêd bes zextê li Kurdan bikin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Partiyên Çepgir ku li Swêdê li deverên cuda li şaredariyan peywirdar in, xwestin ku polîsên Swêd bes zextê li Kurdan bikin û PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Piştî ku zexta siyasî ya Plîsên Ewlehiyê ya Swêd (SAPO) li ser Kurdan zêde bû û Kurdên ku daxwaza îltîcaya siyasî dikin bi hevkariya bi dewleta Tirk re teslîmî MÎT'ê dikin, helwest zêde dibe.
Partiya Çepgir li ser dersînorkirina Zozan Buyuk a Kurdistanî ku dayika 2 zarokan e, helwest nîşan da, zext û cihêkariya li ser Kurdan anî rojeva parlamentoyê. Her wiha şaredariyên Partiya Çepgir ji bo piştevaniya bi Zozan Buyuk û ji bo ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin kampanya dane destpêkirin.
Şaredarî axaftinên xwe bi vîdeoyê qeyd dikin û li ser malperya înternetê ya Partiya Çepgir a Orebo par ve dikin.
Endama Meclîsa Şaredariya Uppsala Vîctorîa Mork got ew qebûl nakin ku Zozan Buyuk were dersînorkirin û diyar kir ji ber kokên wan ên etnîk mirov nikarin werin krîmînalîzkirin.
Seroka Koma Partiya Çepgir a Şaredariya Helsînborgê Jenny Bjorklund Hansson jî got, ''Em Partiya Çepgir a Helsînborgê krîmînalîzekirina Kurdan û rêxistina wan protest dikin.''
Endamê Meclîsa Şaredariya Upssala Tobîas Smedberg jî got, ''Li Swêd û Ewropayê gelek Kurd di vê rewşê de ne. Kurdan û rêxistina wan reş dikin. Em piştevanê Zozan û Kurdên din in û em dixwazin dawî li vê cihêkariyê were.''
Smedberg her wiha xwest ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin.
Seroka Koma Partiya Çepgir a Orebro Martha Wîcklûnd jî ,''Ez qebûl nakim ku Kurd û rêxistina wan were krîmanîlekirin'' û li dawiya axaftina xwe got, ''Kurd ne terorîst in.''