Şaredariya Strasboûrgê piştgîrî da grevê: Em li gel we ne

Alîkara Serokê Şaredariya Strasboûrgê Françoîse Bey a serdana greva bêdawî-bêdorveger a li Strasboûrg a Fransayê dom dike kir, anî ziman ku ev çalakî ji bo demokrasiyê berxwedaneke, li gel vê berxwedanê ne.

Çalakiya 14 siyasetmedar û aktivîstên Kurd a dest bi greva bêdawî û bêdorveger a bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin dewam dike. Di roja 88’an de alîkara Serokê Şaredariya Strasboûrg û Serokê Komîsyona Jin-Mêr û Wekeheviyê Françoîse Bey serdana çalakvanan kir.

ERKA WAN HATE BIBÎRXISTIN, BAL HATE KIŞANDINA SER RAPORA PE’YÊ

Françoîse Bey a bi sefeta alîkarê Serokê Şaredariyê serdan kir, bi Dîlek Ocalan, Gulistan Îke û Nûrgul Başaran ên di grevê de re ne civiya.

Gulistan Îke di serdanê de axivî, diyar kir ku tecrîd ne tenê li ser gelê Kurd e, tecrîd li ser hêzên demokrasîk, jin, akademîsyen ên li Tirkiye û muxalefetên rejîma AKP’ê ne, hemû beşand dikin hedef.

Îke ji bûyerên nelibendê Şaredariya Strasboûrgê berpirs e, pêwîstiya her kesê bi demokrasiyê heye û daxwaza xwedîderketinê li çalakiyê kir. Îke bal kişand ser rapora ji aliyê Rapotora Tirkiyeyê Katî Pîrî ve hatibû amadekirin hate erêkirin bibîr xist , berxwedana greva birçîbûnê hemû beşên ku daxwaza azadî û mafê mirovan dike temsîl dike.

Îke bal kişand greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven destpêkirî gihiştiye bi hezaran kesî û diyar kir ku rewşa bi hezaran girtiyên li girtîgehan di grevê de ne giran dibe. Îke anî ziman bi xwedîderketina Şaredariya Strasboûrê re divê hem bibin dengê çalakiyê û hem jî pêşiya mirinan bigirin.

ALÎKARA SEROKÊ ŞAREDARIYÊ: JI BO DIRENGMAYÎNÊ DAXWAZA LÊBORÎNÊ DIKIN

Alîkara Serokê Şaredariyê Françoîse Bey jî ji bo ‘direngketina serdana ji bo grevê’ lêborîn xwes û rexendayîn vê da. Gey got: “Pêwîstiya her kesê bi demokrasiyê heye. Em dizanin ku ev çalakî ji bo demokrasiyê ye. Em li gel vê têkoşînê ne.”

Françoîse Bey destnîşan kir ku li cihê wan çalakvan serdan kirine û guh dane daxwazên wan. Bey anî ziman ku wê çalakiyê ji bo Serokê Şaredariyê Roland Rîes re vebêjin û hem jî bixin rojeva Meclîsa Şaredariyê. Bey da xuyakirin ku wê wek Şaredariya Strasboûrgê daxwazên çalakvanan bigihînin Komîsyona Mafê Mirovan a Konseya Ewropayê.