Şaredariya Ûppsalayê ji bo Guven û Ocalan peyamek weşand
Gerînendeyekî Şaredariya Ûppsalayê Tobîas Smedberg piştgirî da çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Gerînendeyekî Şaredariya Ûppsalayê Tobîas Smedberg piştgirî da çalakiyên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Smedberg diyar kir ku ew ê piştgiriyê bide gelê Kurd û Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye.
Smedberg got ku “Îro bi hezaran endamên HDP’ê li Tirkiyeyê ji aliyê rejîmeke zalim xistine zindanan. Van kesan tu sûc nekirine, ji ber ku Kurd in hatine girtin. Divê zextên li ser Leyla Guven, Ocalan û hemû gelê Kurd were rakirin. Divê Swêd û Yekîtiya Ewropayê zextan li Tirkiyeyê bike. Divê em destûrê nedin binpêkirinên mafên mirovan.”
Smedberg diyar kir ku ew û Partiya Çep ew ê piştgiriyê bidin Leyla Guven, Abdullah Ocalan û gelê Kurd.