Şandeya DEM Partiyê bi rayedarên Konseya Ewropayê re hevdîtin kir

Şandeyek bi pêşengiya Hevseraka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Konseya Ewropayê hin danûstandinên dîplomatîk kir.

Şandeya ji Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve Berdan Ozturk, Alîkara Hevserokên Giştî Ozlem Gunduz, Nûnerê Strasbourgê yê DEM Partiyê Fayîk Yagizay û Nûnerê Brukselê yê DEM Partiyê Eyyûp Dorû, di navbera 30'ê Îlonê û 3'ê Cotmehê de li Strasbourgê hin hevdîtinên dîplomatîk kir.

Şandeya DEM Partiyê tevlî civîna Koma Çep a li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) bû û Tulay Hatîmogûllari li vê derê axivî.

Şandeyê her wiha bi Dîrektorê Giştî yê Têkiliyên Derve û Siyasî yê Konseya Ewropayê Miroslav Papa, Seroka Komîteya Şopandinê ya KE'yê Zanda Kalnina-Lukas, Serokê Koma Kesk û Sosyal Demokrat a KE'yê Frank Schwabe, Serokê MPKE'yê Thedoros Rousopoulos, Sekreterê Giştî yê KE'yê Alain Berset û Dîrektorê Giştî yê Karên Hiqûq û Mafên Mirovan ê KE'yê Gianluca Esposito re hevdîtin kir.

Li gorî Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê di hevdîtinan de li ser mijarên bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, pirsgirêkên di serweriya hiqûqê, demokrasiyê û mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, tecrîda giran a li Îmraliyê, raporên CPT ên li ser mijarê û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd nêrînên partiyê hatin parvekirin.

Di hevdîtinê de hate destnîşankirin ku hewldanên DEM Partiyê yên ji bo têkiliyên navbera Tirkiye û welatên endamên Konseya Ewropayê bi rengekî şefaf û demokratîk bêne meşandin, wê hewldanên xwe dewam bikin.

Şandeya bi serokatiya Tulay Hatîmogûllari piştre li Strasbourgê bi hilbijêrên DEM Partiyê re li hev civiya û bûyerên li Tirkiyeyê û herêmê nirxand.