Însîyatîfa Aşitiyê ya Jinên Swêdê piştgirî dan Leyla Guven

Însîyatîfa Aşitiyê ya Jinên Swêdê diyar kir ku Leyla Guven di sînorê mirinê de ye û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê xwedî li vê çalakiyê derbikevin.

Însîyatîfa Aşitiyê ya Jinên Swêdê daxuyaniyek nivîskî da û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku ev 67 roj e di greva birçîbûnê de ye silav kir. Însîyatîfê bang li hemû kesên aligirên mafê mirovan û aşitiyê kir ku xwedî li çalakiya Leyla Guven derkevin û piştgiriya çalakiyê bikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li dijî qirkirina dewleta Tirk û Erdogan a li dijî kedkar, jin û gelê Kurd li girtîgehan dengê berxwedanê bilind dibe û ji bo Guven ev tişt hatin gotin;

“Leyla Guven bi nasnameya jinê berxwedaneke herî bi rûmet pêk tîne. Îro Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan ev 67 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Ev çalakiya ku ji Mereşê heta Gezî, ji Şengal heta Kobanê û heta Efrînê ya ji girtîgehan a kevneşopiya berxwedana jinan her çiqas bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Serokê PKK’ê Ocalan hatiye destpêkirin jî bandoriyên wê ne şexsî xwedî geşkirina têkoşîna demokrasî ya Tirkiyeyê giştî ye.

Heta amadekirina vê daxuyaniyê li gelek girtîgehan herî kêm 226 girtî bi Leyla Guven re dest bi grevên birçîbûnê kirine û xwedî li vê berxwedana bi rûmet derdikevin.”

Însîyatîfa Aşitiyê ya Jinên Swêdê diyar kir ku rewşa Guven ketiye sînorê mirinê û serî de jin, bang li hemû parêzvanên mafê mirovan kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bikevin nava tevgerê.