Îmam Şîş: Bi greva birçîbûnê re azad im

Greva birçîbûnê ya ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Îmam Şîş a li Gallerê di roja 50’î de didome. Şîş diyar kir ku bi greva birçîbûnê re xwe azad hîs dike.

Greva birçîbûnê ya Îmam Şîş ya li bajarê Galler Newportê di roja 50’î de didome. Li lokala grevê pankarta “Bimire koletî, bijî azadî” balê dikêşe. Şîş wiha got; “Rêbertî dibêje ‘Mirin dibe ku tenê tirsek be’.”.

Îmam Şîş wiha domand; “Di rastiyê de li derve ji bo Kurdan jiyaneke geleke xirab ji gorê jî nexweştir heye. Ji bo jiyaneke bê azadî, gotineke Rêbertî wiha heye; ‘Li cihê ku azadî lê nebe, weke zindanekî tarî ye’ Di rastiyê de jî wiha ye. Niha li vir ez xwe azad hîs dikin. Alî Haydar Kaytan têkildarî Kemal Pîr di nivîsekê de ji bo Kemal Pîr wiha dibêje; ‘Ax, çiqas azadî xweş e’. Dem min biryara çalakiyê da min jî got azadî çiqas xweş e. Bi îradeya xwe ya azad di pêvajoyeke wiha de azad im. Niha wijdana min gelek rehet e. Pirsgirêkên tenduristiyê çêdibin lê ev hest û hizir di van mijaran de mirovan dilnerihet nake. Çi dibe bila bibe heta dawiyê çûyîn mirov baş dike.”

MINNETDARÊ GUVEN IM

Îmam Şîş têkildarî Leyla Guven jî axivî û got; “Bi greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven re ku ev fersend dayî me minetdar im. Bi vê çalakiyê re û bi hêza ku wê derkeve holê, bawer im ku ew ê tecrîd were şikadin. Û heta dawiyê ji vê bawer im. Me xwest em bibin dengê têkoşîna Guven û hêz bidin Guvenê û ji bo wê jî min dixwest biçim Strasboûrgê.”

ME NÎŞANÎ HER KESÊ KIR KU EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN

Şîş rûhê vê têkoşînê weke “Rûhê 14’ê Tîrmehê” bi nav kir û wiha domand; “Bi têkoşîna li erdnîgariyên cuda bawer im ku ew ê di demek nêz de tecrîd were şikandin. Bi vê re girêdayî gelek welatparêzan piştgirî dan, çalakî lidardixin û xebatên diplomasiyê dikin. Kêm zêde jî be li vir tiştek çêbû. Li vir li derdora têkoşînê bûn xelek. Eger ev çalakî nebûna dibe ku ji derve asayîbûn û qebûlkirina tecrîdê hebûya. Lê bi çalakiyan re em nîşanî dost, dijmin û her kesê da ku ev nabe. Divê tecrîda li ser Rêbertî tu caran neyê qebûl kirin.

TU FERDEKÎ KURD FÊRÎ ESÎRBÛNA OCALAN NABE

Şîş balkişand li ser têkoşîna 40 sal an a Ocalan û wiha got; “Jibîrkirin, fêrbûna esîrbûnê, pejirandin li tu kesî û li tu ferdekî yê Kurd nayê. Divê êdî em bibin rêhevalên Rêber Apo. Divê em azadiya wî esas bigirin, bi Rêbertiyeke azad, êdî li Kurdistanê azad bijîn. Herî kêm divê ev xeyalê me be. Dema ku me ev xeyal kir divê em bikevin nava tevgerê. Lê eger xeyalê me malek xweş, wesayîtek xweş be li wir wê ji mirovahiyê derketin çêbibe.”

Çalakgerên greva birçîbûnê Şîş wiha jî got; “Rastiya me, heqîqeta me Kurdistan e , koka me li wir e.”

EGER CPT KOMÎTEYA PÊŞÎLÊGIRTINA ÊŞKENCEYÊ BÛYA...

Şîş nerazîbûn nîşanî bêdengiya saziyên navnetewî da û têkildarî helwesta Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) wiha got; “Bêdeng in. Eger di rastiyê de komîteya pêşîlêgirtina êşkenceyê bûna, divê tenê serlêdanek jî bes bûya. Lê ji bo ku ev sazî bikevin nava tevgerê gelek mirovan bedana xwe dane ber mirinê.”

DIVÊ GELÊ KURD LI DORA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ BIBIN XELEK

Çalakgerê greva birçîbûnê Îmam Şîş herî dawî got; “Divê gelê Kurd ji bo azadiya Ocalan hê bêhtir têbikoşin. Em amade ne ku berdêlan bidin. Lê dema vêya bikin jî divê wijdana wan jî rabe ser pêyan. Divê ji bo pêvajoyê hêz were dayîn. Divê gelê Kurd bi ruhê serhildanê li dora grevên birçîbûnê kom bibe û dengê me bigihînin derve.”