Êşkence li Ozdemîr hatiye kirin

Ciwanê Kurd Resûl Ozdemîr ê 22 salî ku Swêdê îltîcaya wî ya siyasî qebûl nekirî û teslîmî Tirkiyê kirî, li Tirkiyê êşkenceyeke giran lê hatiye kirin.

Dewleta Swêdê ciwanê Kurd Resûl Ozdemîr ê 22 salî ku 5 mehan ew di girtîgehê de bû, li gel ku ji ber vîrûsa koronayê   balafirên wan nedifiriyan Tirkiyê û welatekî dî jî,2 2'yê Nîsanê li balafireke taybet siwar kirin û şandin Tirkiyê.

Parêzerê Odemîr e Swêdê Abdullah Devecî li ser revandina Ozdemîr û teslîmkirina wî ya ber destê MÎT'a Tirk axivî.

Parêzer Ozdemîr ê Swêdê Devecî got êşkence û tehdeya li ser Ozdemîr hê li girtîgeha Stockholmê dest pê kiriye, beriya ku radestî Tirkiyê bikin bi çend rojan her şev, serê saetekê ew şiyar kirine û nehiştine ku rakeve.

Parêzerê Ozdemîr ê li Bakurê Kurdistane Naîm Akbulak jî got heta ku Ozdemîr anîne Tirkiyê jî dest û piyên wî zincîrkirî bûne, çiwal di serê wî de bûye û ji bo ku tevnegere jî ji stûyê xwe ve bi qoltix ve girêdane, polîsan pehîn li singa wî, zikê wî û piyên wî dane.

Parêzerê Ozdemîr ê Swêdê Abdullah Devecî ku bi Akblulak  re axivî, di daxuyaniya çapemeniyê de ku ji medyaya Swêdê re şandî, li ser êşkenceyên li Ozdemîr hatiye kirin wiha got:

''Ozdemîr di cih de birin MÎT'ê. 6  saetan êşkenceya giran lê hate kirin. Bi jopan li qirika wî û rûyê wî dan, êşkenceyê wiha dest pê kir. Êşkenceya ku bi avê bixeniqînin lê hate kirin. Elektrîk dane nav milê wî, serê wî, çengên wî û singa wî. Li gel ku nema dikarî biaxive jî û ji hiş dikeve jî sîxûrên MÎT'ê êşkenceya xwe domandine.''

Akbulak her wiha got piştî lêpirsîna li MÎT'ê Ozdemîr birine Şûbeya Têkoşînê ya Terorê û li wir jî polîsan dijûn lê kirine, êşkenceya giran lê hatiye kirin, bi elektrîkê êşkence danê.

Parêzer her wiha got dema hevdîtinê wî êşkenceya li ser laşê Ozdemîr ditiye, dema ku anîne girtîgehê Ozdemîr ev ji berpirsên girtîgehê re gotiye lê derbasî qeydan nekirine û tenê jê pirsîne bê ka bi vîrûsa koronayê ketiye yan na.

Akbulak diyar kir radestkirina Ozdemîr li dijî yasayên navnetewî ye û got, ''Radestkirina Ozdemîr nîşan dide ku penaberên siyasî û koçberên ku li Swêdê dijîn, ti ewlehiya wan nîne.''  Akbulak her wiha got heke ev ev helwesta Swêd neyê teşîrkirin û mehkûmkirin dibe ku ev dersînorkirina bi aliyê Tirkiyê ve bidome.

Devecî jî bal kişande ser wêneyên Ozdemîr ku medyaya Tirk par ve kiriye û got, bi rengekî aşkere xuya dike ku êşkence lê hatiye kirin û got, ''Wêneyê ciwanê Kurd ê 22 salî ya di nav du alayên Tirk de, wêneyê polîtîkaya penaberan a bi hetîketî ya Swêd e.''