Êrişkarekî bi wesayitê da nava karnavalê: 30 kes birîndar bûn

Li bajarokê Volkmarsen ê eyaleta Hessenê ya Elmanyayê, di dema merasîma karnavalê de êrişek bi wesayitan çêbû. Ji ber êrişê 30 kes birîndar bûn. Elman ê êrişkar hate destgîrkirin.

Li eyaleta Hessenê ku Çarşema derbasbûyî 9 koçber ji aliyê faşîstekî Elman ve hatin qetilkirin ku 5 ji qurbaniyan Kurd bûn, Elmanekî rastgiriya tund doh bi wesayitê da nava karnavalê.

Bûyera roja Duşemê li bajarokê Volkmarsen ê bajarê Kasselê rû da û di dema karnavala "Duşem a kulîlkan" pêk hat.

Elmanekî 29 salî bi wesayita xwe da nava merasîma karnavalê û piraniya wan zarok 30 kes birîndar kir. Li gorî agahiyên ku ji aliyê polîsan û rayedaran ve hatin dayin, rewşa çend ji birîndaran giran e.

Şahidên bûyerê ji medya Elman re axivîn û diyar kirin ku wesayita da nava karnavalê bi qasî 30 metreyan pê li mirovan kir.

Berdevkekî polîsan ji ajansa DPA'yê re axivî û diyar kir ku lêpirsîn ne li ser "êrişê" lê li ser "çalakiyeke bi zanebûn" tê meşandin.

Piştî bûyerê karnavalên li Eyaleta Hessenê hemû hatin betalkirin.