Êrîşên qirker ên dewleta Tirk tê protestokirin

Êrîşên qirker û dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Qibrisê bigire hata Fransayê hate protestokirin. Di çalakiyan de hate gotin ku dewletên Ewropa yên li dijî dagirkeriyê bêdengin ji qetlîamê berpirsin.

Kurdistaniyên bi pêşengtiya jinan li Parka Moloz a bajarê Lîmassol a Qibrisê hatin ba hev stan danîn û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê protestokirin. Ciwanên kuluba alîgirên Omanîa û ciwanên sosyalîst ên Qibrisê jî tevlî çalakiyê bûn.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlya Yê Fransayê Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo Rojava li du cihan çalakî kirin. Ciwanan bi meşekê dagirkerî protestokirin.

GRENOBLE

Ciwanên Kurd ên li Grenoble a Fransayê daketin qadan bi çalakiyeke ya li Gare de Grenoble yê dagirkeriya Tirk şermezar kirin.Ciwanan anî ziman ku heta dagirkerî bi dawî nebe wê bi rêbazên cuda çalakiyên xwe mezin bikin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse ya Başûrê Fransa girseya ku li Qada Arnaûd Bernar kom bûn dagirkeriya Tirk bi qîrkirina dirûşim û meşekê protestokirin. Di meşê de Nûnerê Partiya Çep Jean Chrîstophe Sellîn got: “Roj roja piştevaniya bi gelê Kurd re ye.”